Bûn haveynê yekîtiya gelan

În 22 Kanûn 2023 - 00:25

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de wiha hate gotin:“22’ê Hezîrana 2023’an di êrişa dijmin a li ser herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl de, ewladê hêja yê gelê me yê Nisêbînê Mahir Binevş û ewladê wêrek ê gelê me yê Ereb Azad Serab ku bi baweriya yekîtiya gelan tevlî nava refên PKK’ê bû, şehîd bûn. Hevrêyên me Mahir û Azad bi têkoşîn û şehadeta xwe bûn pira di navbera gelên Kurd û Ereb de. Bûn haveynê yekîtiyê û navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsandin. Em van ewladên wêrek ên gelên Kurd û Ereb bi rêzdarî bi bîr tînin, soz didin ku bîranînên wan di baxçeyê azadiyê yê gelan de timî bidin jiyîn. Di serî de malbatên wan ên hêja, em ji hemû gelên Ereb û Kurd ên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêyê me Mahir di nava malbateke welatparêz ku eslê xwe ji navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ye, li Stenbolê ji dayik bû. Di pêvajoya amadekariya Berxwedana Rêveberiya Xweser a li Nisêbînê, cih girt. Bi cesareta xwe ya di şerê li Nisêbînê de ku artêşa Tirk a dagirker sendrom lê jiyan kir, ji hemû hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me Mahir piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi perwerdeyên ku dîtî bilez fêrî jiyana gerîla û çiyê bû. Hevrêyê me Mahir heta kêliya ku şehîd bûyî, ji xeta berxwedanê û mîlîtaniya Apoyî tawîz neda û têkoşiya. Di serî de ciwanên Nisêbînê, ji hemû ciwanên Kurdistanê re bû mînak. 

Hevrêyê me Azad li Minbicê weke neferekî gelê me yê Ereb, di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû. Hevrêyê me Azad û xwişka wî, bawer kirin ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava şoreşa hevpar a gelan e û li ser vê esasê cihê xwe di nava refên şoreşê de girtin. Hevrêyê me sala 2019'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Azad ku bi tevlîbûna xwe ya bêhesab û bêdudilî şêwaza fedaiyane domand, di gelek çalakiyên ku li dijî dijmin hatine pêşxistin de cih girtiye. Bi wêrekiya xwe karî hêz û destekê bide hevrêyên xwe, bi hevrêtiya xwe ya xurt karî cihê xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de bigire. Ji dema tevlî nava gerîla bû û heta kêliya gihaşt şehadetê bi felsefeya Rêber Apo ve girêdayî bû û PKK’ê weke hesreta azadiyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn qebûl dikir.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Mahîr Binevş (Îdrîs Erkol), li Stenbolê jidayîk bûye, 22’ê Hezîrana 2023’an de li Zapê şehîd bû.

Azad Serab (Alî Demlexî), li Minbicê jidayîk bûye, 22’ê Hezîrana 2023’an li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.