Bûn garantiya jiyana nû

Sêşem 30 Tîrmeh 2024 - 03:05

HPG’ê diyar kir ku 2 gerîla şehîd bûne û got:“Di şexsê hevrê Devrîm û Ebû Leyla de em car din soza serketinê didin hemû şehîdên xwe yên leheng.”Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:“Hevrêyên me Devrîm û Ebû Leyla 30’ê Nîsana 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Zarokê egîd ê Botanê hevrêyê me Devrîm, têkoşîna xwe bi biryardarî dimeşand. Têkoşîna wî wê ji me hevrêyên wî û hemû ciwanên Kurdistanê re bibe çavkaniya îlhamê û bingehê serketinê. Lehengên wêrek ên mîna Ebû Leyla, wê yekîtiya neteweyî ya demokratîk a gelên Kurd û Ereb pêk bîne û îdeala wan a jiyana hevpar xurt bike. Têkoşîna Azadiyê bi can û xwîna ciwanên Kurd û Ereb hatiye avdan. Ev têkoşîn wê li Rojhilata Navîn bibe garantiya jiyana nû ya azad. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Devrîm û Ebû Leyla, em ji gelên Ereb û Kurd ên welatparêz re, sersaxiyê dixwazin. Di şexsê hevrê Devrim û Ebû Leyla de, de em car din soza serketinê didin hemû şehîdên xwe yên leheng.”

Hevrêyê me Devrîm li Cizîra Botan a ku bi welatparêzî û sekna xwe bûye mînak, hate dinê. Di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me li ser bingehê nirxandin û perspektîfên Rêber Apo, xwe perwerde kir û ji bo ku nûneriya pîvanên milîtaniya Apoyî bike, hewldaneke mezin da. Hevrêyê me Devrîm bi mezinkirina têkoşîna xwe ji keda hevrêyên xwe yên şehîd û Rêbertiya me re bû bersiv. Bi vê sekna xwe pratîkeke bi mînak raber kir. 

Hevrêyê me Ebû Leyla li bajarê Minbic ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû. Di sala 2015’an de tevlî hêzên azadiyê yên Rojava bû. Hevrêyê me bi hemû xwebûna xwe dizanî ku li hemberî dijminkirina gelên me, tekane çareserî paradîgmaya Neteweya Demokratî ya Rêber Apo ye û ji bo ku li ser kesayeta xwe nûnertiya paradîgmaya azadiyê bike, gelekî li ber xwe dide. Hevrêyê me Ebû Leyla di hemû jiyana xwe ya şoreşgerî de bû xwedî sekneke diyar û bi kesayeta xwe ya dirust û jidil gelekî tesîr li hemû hevrêyên xwe kir.’’

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Devrîm Botan (Yahya Tunç), li Şirnexê jidayîk bûye, 30’ê Hezîrana 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Ebû Leyla Şehîd (Ehmed Ednan Berhawa), li Minbicê jidayîk bûye, 30’ê Hezîrana 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.