Bûn fermandar û milîtanên APO’yî

În 25 Tîrmeh 2025 - 03:45

  • HPG-NRÇ'ê 4 gerîlayên şehîd bûn bi hurmet bi bîr anî û got:"Ji bo kêliyekê jî dudil nebûn û xwe ji bo azadiya gelê me feda kirin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) têkildarî gerîlayên li Zap û Xakurkê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:“Em hevrêyên Dijwar, Hêvî, Aram û Azadî yên ku di têkoşîna me ya sala 2022’an de li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînin. Di şexsê van milîtanên Apoyî yên pir hêja de, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe nû dikin ku dilsozê têkoşîna şehîdên xwe bin û têkoşîna wan bigihînin serketinê. Hevrêyên me yên ku ji bo azadiya gelê Kurd tevlî nava refên gerîla bûne, xwe bi felsefeya Apoyî tejî kirin û bûn milîtanên xurt. Xurt bûn, pêş ketin û li çiyayên Kurdistanê têkoşîneke bênavber meşandin. Di pêvajoyeke ku êrîşên dijmin zêde de, ji bo bibin layiqê şehîdan wezîfeyên xwe bi cih anîn. Bi hevrêtiyên xwe yên samîmî û tevlîbûnên xwe yên bi moral, bûn parêzvanên xurt ên jiyana azad a Partiya me PKK’ê. Bi tevlîbûnên xwe yên bi cewher, kesayetên xwe yên kedkar û hevrêtiyên xwe yên ji dil, bûn fermandar û milîtanên fedayî yên Apoyî. Di serî de malbatên wan ên hêja em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Di têkçûna dijmin de rol lîstin

Hevrêyê me Dijwar li Efrînê di nava malbateke welatparêz û berdêldayî de hate dinê. Di sala 2008’an tevlî nava refên gerîla bû. Kekê hevrêyê me Dijwar, Xemgîn Bilbil jî bi salan li çiyayên Kurdistanê têkoşiya. Ew fermandarek ku ji aliyê Tevgera Apoyî ve hatibû perwerdekirin û xwe bi kedeke bêhempa mezin kiribû. Hevrê Xemgîn Bilbil di 1’ê Sibata 2022’yan de di êrîşa dijmin de li Dêrikê şehîd bû. Şehadeta hevrê Xemgîn bandorek kûr li ser hevrê Dijwar çêkir û ev jî biryardariya wî ya têkoşînê mezintir kir. Bi kîn û hêrsa li hember dijmin, hişt ku ew hîn bêtir bi erkên xwe yên têkoşînê ve girêdayî bibe û hewl da ku erka xwe yên dîrokî bicîh bîne. Hevrê Dijwar dema ku li Xakurkê li ser erka xwe bû di encama qezayeke bêbext de 20’ê Îlona 2022’yan de şehîd bû.

Hevrê Hêvî bi eslê xwe ji bajarê Nisêbînê yê Mêrdînê ye, li Elmanyayê jidayîk bû. Hevrêya me bi hesreta Kurdistanê dijiya û bi bêsebrî li benda roja ku xeyalên xwe pêk bîne bû. Hevrê Hêvî, 12 salan li Elmanyayê bi serketî xwend. Ji ber vê serketinê, li zanîngehek DYE’yê beşa siyasetê xwend. Ew bi şehadeta xizmên xwe Ferhat Çuva yê ku di êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê de di sala 2017’an de şehîd bû, pir bandor bû. Di sala 2017’an de tevlî refên gerîla bû. Armanca wê ya sereke ew bû ku  di pêşengiya milîtanên YJA Starê bibe milîtanek fedaî yê Apoyî û beşdarî berxwedana destanî ya li dijî dagirkeran bibe. Li ser vê bingehê, li nava Hêzên Taybet di perwerdehiyek zehmet de derbas bû û li ser fedaîbûnê hûr bû. Bi sekna xwe ya jiyana Apoyî, girêdan û duristiya xwe ya rêgezên rizgariya jinê re bû milîtaneke PKK û PAJK’ê ku ji hemû hevalên re bû mînak.

Hevrê Aram li Êlihê di malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2014’an de, li herêma Gabarê tevlî refên gerîla bû. Wî têkoşîna xizmên xwe şehîd Berîtan Farqîn û şehîd Dijwar Amed  wekî rêber girt. Hevrê Aram beşdarî gelek xebatên cûda bû û li gorî mîsyona dîrokî ya ku girtibû ser xwe tevgeriya û hewl da ku erkên xwe bi cih bîne. Di Nîsana 2022'yan de li dijî operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna beşdarî çalakiyên serketî bû. Di têkçûna dijmin a li herêma Zapê de rolek girîng lîst û nîşanî dost û dijmanan da ku milîtanên fedaî yê Apoyî di şert û mercên herî dijwar de jî, dikarin çi bikin.

Hevrê Azadî li bajarê Qamîşlo yê Rojava, li malbateke welatparêz jidayîk bû. Ew ji şehadetên ku di êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Rojava û bi taybetî li ser Kobanê qewimîn pir bandor bû. Bi hişmendiya ku tevlîbûna refên gerîla bersiva herî baş a li hember çeteyan û dewleta Tirk a ku piştgiriyê dide wan, berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Ew bû yek ji sedan gerîlayên ku ji bo alîkariya gelê Êzidî yê li Şengalê di bin gefa qirkirina çeteyên DAÎŞ'ê de bûn, beziya. Di sala 2018'an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Israr û têgihîştina ji bo pêkanîna taktîkên şerê gerîla yê modernîteya demokratîk û  bi hişmendiya ku ji şerê tê jiyîn bibe bersiv derbasî herêma Zapê bû. Bi coş, biryardarî û moralek mezin bi her awayî piştgirî da hevrêyên xwe û bû yek ji lehengên nemir ên destana berxwedana dîrokî bi ser xist." Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Dijwar Efrîn (Xelîl Hesen), li Efrînê jidayîk bûye, 20’ê Îlona 2022’an li Xakurkê şehîd bû.

Hêvî Bahtiyar (Menal Akbal), li Elmanya jidayîk bûye, 7’ê Tîrmeha 2022’an li Zapê şehîd bû.

Aram Farqîn (Yakup Ertugral), li Êlihê jidayîk bûye, 2’ê Tebaxa 2022’an li Zapê şehîd bû.

Azadî Dijwar (Waat Kinêhir), li Qamişlo jidayîk bûye, 2’ê Tebaxa 2022’an li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.