• Kurd li gelek bajarên Swîsreyê bûn dengê girtiyên siyasî ên li hepsên deweta Tirk û xwestin girtiyên siyasî hemû tavilê bên berdan. Xwepêşandêran got, ew ê bi têkoşîna hevpar faşîzma deweta Tirk têk bibin.  

Li Siwîsreyê Kurdan û dostên wan bi çalakiyan bal bire ser binpêkirina mafan a li hepsên dewleta Tirk û rewşa girtiyên nexweş ên li van hepsan.

Kurdan di çalakiyan de xwest girtiyên nexweş û girtiyên siyasî hemû bên serbestkirin.

Li bajarên Swîsreyê Lozan, Luzern, Bern, Basel û Zurîchê, Kurdan û dostên wan bi çalakiyan bal birin ser binpêkirina mafan a li hepsan û rewşa girtiyên nexweş. Di çalakiyan de şehîdên komkujiya Roboskiyê jî hatin bibîranin û ji bo Roboskiyê edalet hate xwestin.

LOZAN: Çalakiya li ber St Laurentê pêk hat, pêkhateyên ADGB’ê û gelek saziyên şoreşger tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên di hepsan de şehîd bûne Garîbe Gezer, Halîl Guneş, Abdulrezzak Sûyûr, Vedat Çem Erkmen û Îlyas Demîr hatin hildan. Di çalakiyê de ji bo bibîranîna şehîdên komkujiya Roboskî jî rêz hate girtin. Hevserokê CDK-Lozanê Sitki Demîr xwest mirina bi guman a girtiyan were ronîkirin û girtiyên nexweş werin serbestkirin.

Piştre nûnerê ADGB’ê Alî Orak anî ziman ku êrişên li dijî girtiyên siyasî dewama Komkujiya 19’ê Kanûnê ya Girtîgehan e: “Bi van êrişan dixwazin îradeya girtiyên siyasî bişikînin. Em ê li meydanan, raya giştî ya Ewrûpayê agahdar bikin û bibin dengê girtiyan.”

LUZERN: Di çalakiya li Bahnofplatzê de hate xwestin Aysel Tûglûk û girtiyên siyasî hemû werin berdan. Hevserokê CDK-Luzernê, Ercan Guneş got, dema faşîzm tengav dibe, timî êrişî keleha berxwedanê, êrişî zindanan dike: “Dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastina Medyayê derbên giran ji gerîla dixwe û di nava têkçûnê de ye. Ji bo vê yekê êrişî hepsan dike. Ev encama şikestina wan e. Em ê li her cihî xwedî li berxwedana gerîla û girtiyên siyasî derkevin.”

BERN: Bi tevlîbûna sazî û kesên şoreşger çalakî hate lidarxistin. Berdevkê ADGB’ê yê Ewrûpayê Tuncay Yilmaz got, “Îro li gelek navendan ji bo piştevaniya girtiyên nexweş, em daketin meydanan û me çalakî li dar xistin.” Yilmaz got, ew ê heta rûyê êşkencekar ê dewleta Tirk teşhîr bikin, çalakiyên xwe bidomînin: “Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin.”

Piştre siyasetvan Necdet Atalay got, “Divê di serî de girtiyên nexweş û girtiyên siyasî hemû serbest bibin. Girtîgehên Tirkiyeyê êdî veguherîne bîrên mirinê. Dewleta faşîst bi hincetên cuda pêşî li berdana girtiyan digire û girtiyên cezayê wan xilas bûye, nayên berdan. Em ê li her cihî bibin dengê girtiyên siyasî.”

ZURÎCH: Di çalakiya li Bahnhofplatzê de li ser navê nûnertiya ADGB’ê hate gotin: “Em ê li her derê li ber binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, rabin û bibin dengê girtiyan.”

ANF/BERN