Bû şopdarê fermandar Zîlan

Şemî 26 Nîsan 2025 - 03:40

HPG'ê ragihand ku li Xakurkê gerîla Argeş Hewraman şehîd bûye û got:"Em ê hêjayî têkoşîna wî bin û teqez bi ser bixînin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Hevrê Argeş Hewraman di 22’yê Adara 2025’an de li herêma Xakurkê di encama qezayekê de tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me yê Argeş hezkirina gel ku yek ji pîvaneke sereke ya şoreşgertiya Apoyî ye gelekî hîs kir,  ji bo ku sonda xwe ya tolhilanîna ji komkujiyên dijmin ên li ser gelê me û koçberiya bi darê zorê bi cih bîne bû xwediyê fedekarî û kedên mezin. Di pêvajoya ku êrîşên dijmin ên herî dijwar de ji xwe re fermandara me ya fedaî  Zîlan (Zeynep Kinaci) mînak girt û bû xwedî tevlîbûneke girêdayî xeta fedaîbûnê. Ji ber wê yekê jî hemû deman li hemberî êrîşên li ser herêma Xakurkê amade bû û di lêxistina derbên giran de bû xwediyê kedeke mezin. Şehadeta hevrêyê me Argeş ya zû û bêşens ku karî bi gelek taybetmendiyên weke duristî, sadebûn, dilnizmî, exlaqê paqij û gelek taybetmendiyên Apoyî yên pîroz di kasayeta xwe de temsîl bike, weke hevrêyên wî em gelekî xemgîn kirin. Em ê têkoşîna hevrêyê xwe, bi hişmendiya layiqbûnê teqez bigihînin serkeftinê.  Em ji malbata hêja ya hevrêyê me Argeş ê milîtanê Apoyî yê fedayî, Hewremana welatparêz  û hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêyê me Argeş li herêma Hewramanê di nava civakek ku kevneşopiya berxwedanê lê tê jiyîn, ji dayik bû. Sala 2010'an tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Hevrêyê me her karê ku digirt li gorî pîvanên Partiya me pêk dianî û di şert û mercên herî dijwar de jî hewl da ku jiyana Apoyî bijî. 

Hevrêyê me Argeş ê ku li Xakurkê li gorî mîsyona xwe tevgeriya û erka xwe bê dudilî bi cih anî, her kêliya jiyana xwe ji bo layiqî hevrêyên xwe yên şehîd bibe, feda kir.  Hevrêyê me bi fedekarî, dilnizmî û jêhatîbûna xwe ya di qada leşkerî de navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand." Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Argeş Hewraman bi vî rengî ne:

Argeş Hewraman (Îkbel Edwayî), li Merîwan jidayîk bûye, 22’ê Adara 2025’an li Xakurkê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.