Bû şopdarê fermandar Çiyager

Çarşem 24 Tîrmeh 2024 - 02:55

HPG’ê nasnameya gerîlayê ku di sala 2022’yan de li Garê şehîd bû, eşkere kir û got:“Bawer kir ku li Kurdistanê serketin encex bi xeta fedayîtiyê pêkan e û timî jî bi fedayiyane têkoşiya.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:“Em hevrêyê xwe Soro Xizginos ku 23’yê Tîrmeha 2022’yan li Garê tevlî karwanê şehîdan bû, bi rêzdarî bi bîr tînin. Zarokê fedakar ê gelê me yê Amedê hevrê Soro di pêvajoya Berxwedana Rêveberiya Xweser de bi biryardariyeke mezin tevlî nav refên têkoşînê bû û li dijî artêşa Tirk a dagirker ket nava têkoşîneke bê navber. Fermandarê me yê mezin şehîd Çiyager Hêvî ji xwe re mînak girt. Hevrêyê me li Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek wezîfeyên şoreşgerî bi layiqî bi cih anî û bi tevlîbûna xwe ya bi moral û kelecan a di nava jiyanê de, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Bi hevrêtiya xwe ya xurt û sekna xwe ya bi biryar, hêz û moral da hemû hevrêyên xwe yên derdor. Em soz didin ku mîrateya têkoşînê ya ku hevrêyê me Soro dewrî me kirî, bi serketinê tacîdar bikin. Em ê teqez meşa xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bînin û di serî de malbata me ya hêja, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêyê me Soro li Amedê ya ku hestên welatparêziyê lê xurt e, hate dinê. Hevrêyê me ji pêvajoya şoreşê ya ku li Rojavayê Kurdistanê pêş ketî, pir bandor bû. Xwest di berxwedana destanî ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de, cih bigire. Lê ji ber hin sedeman hevrêyê me ev nekarî vê biryara xwe pêk bîne. Ti carî dest ji xeyal û armancên xwe berneda û xwest li dijî zilma ku dewleta Tirk a faşîst li Bakurê Kurdistanê li ser gelê me pêk tîne, bibe bersiv. Demekê di nava xebatên ciwanên şoreşger de cih girt. Fêm kir ku bersiva herî baş a ji komkujiyên diqewimin re bê dayîn, tevlîbûna nava refên gerîla ye. Hevrêyê me yê ku li Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Tevlî Berxwedana Rêveberiya Xweser a Sûrê bû. Xwest bibe milîtanekî aktîf ê pêvajoya berxwedana ku bi pêşengiya fermandarê me yê fedayî Çiyager Hêvî pêş ketî û bandor li gelê me yê Amedê kirî. Hevrêyê me Soro meşa xwe ya azadiyê ya ji Amedê destpê kirî, bi rengekî bê navber û bê dudilî meşand, li Herêmên Parastinê yên Medyayê, gihand lûtkeyê û di dîroka me ya têkoşînê de navê xwe da nivîsandin. Bi hevrêtiya xwe ya sade û samîmî di dil û hafizaya hemû hevrêyên xwe de cih girt.”

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Soro Xizginos, bi vî rengî ne:

Soro Xizginos (Azad Yandi), li Amedê jidayîk bûye, 23’ê Tîrmeha 2022’an li Garê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.