Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzîdxanê hatî destpêkirin, ket roja xwe ya 60ʼî û didome.

Welatiyên Şengalê di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armaca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 60ʼî de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.  Çalakvan diyar dikin heta daxwazên wan pêk neyên, ew ê dev ji çalakiyên xwe bernedin.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

ROJNEWS/ŞENGAL