- Tişta niha diyar e, ew e ku rewabûna sîstemê ji her demê kêmtir bûye. Aliyên muxalif di nava civakê de roj bi roj zêdetir dibin û baykoteke giştî li benda sîstema rejîma Îranê ye.
OMER HUJEBRÎ
Roja 18 Hezîrana îsal, hilbijartina sêzdehan a Serokkomarê îranê çêdibe.
Li gorî destûra bingehîn a dewleta Îranê, serokkomar pêwîst e "zilamekî siyasî û olî be, welatiyê Îranê be, rêweber û zana be, rabihuriyeke wî ya paqij hebe û kesêkî bawerpêkirî be, îmandar be û pirensîpên bingehî yê rejîma Îranê bipejirîne û mezheba wî ya fermî ya Îranê be - yanî pêwîst e şîî be. Her wisa hilbijartina serokkomarî her 4 salan carêkê çêdibe û her kes tenê dikare 2 caran li ser hev bibe serokkomar.
Heta niha Ebulhiseyin Benisedir, Muhemed Elî Recayî, Elî Xameneyî, Ekber haşimî Refsencanî, Muhemed Xatemî, Mehmûd Ehmedî nijad û hesen ruhanî bune serokkomarên Îranê. Benîsedir, serokkomarî despêkê yê komara Îslamî ya îranê bû kû piştî 2 salan, li Îranê rewî û niha li Ewrûpayê her wisa Muhemed Elî Recayî piştî Benîsedir bûye serokkomar kû ew jî heman salê hate terorkirin. Ev 5 serokkomarên din yên din ên Îranê her yek yek ji wan 2 caran li ser hev bûne serokkomarê Îranê.
Li îranê serokkomar serokê dewletê û yê kabîneyê ye, ji ber wê, li Îranê serokwezîr nîne û serokkomar li cihê serok wezîr tevdigerê û serokê saziya berêvebirin û îcrayê ya Îranê ye. Li Îranê kesê yekem, rêberê olî yê Îranê ye. 10 salên despêkê Ruhulla Xumeynî rêber bû û van0 30 salên dawiyê jî Elî Xamaneyî rêberê Îranê ye. Saziya dadê ya Îranê li desteya rêberî ya Îrane û her wisa fermandariya giştî ya hêza leşkerî ye û gelêk sazî li Îranê yan yekser yan jî neyekser girêdirawî wî ne. Yanê serokkomar her tim wek lîstokêke di destê Rêberê Îranê û saziyen wî de ye û zêde nikare dest werde li karên stratejîk.
20 berendam hene, boykot li pêş e
Heta niha nêzî 20 kes mîna berendam navê xwe bo hilbijartinên serokkomariyê tomar kiriye. Saziya Şoray Nîgehban (Konseya Ewlekariyê ku 12 kes in, 6 ji wan hiqûqnas in, yên ku ji laiye serokê dadê yê Îranê ve têne hilbijardin û pişra parleman dengî xwe dide wan û 6 meleyên ku ji aliye rêberiya Îranê têne hilbijardin. Piştî wan pijrand, bi fermî dibine berendam. Ji ber berjewendiyen siyasî ya sîstemê gelêk caran miracaeta kesan tê redkirin.
Ji wan 20 kesan ên ku niha miracaet kirine - ku jimara wan zêdetir dibe û pişre henêkê xwe bi hev re bi tifaqê dikin û xwe vedikişînin-, çend kes ji wan fermandarên supay pasdaran in, nîvê nan wan kesên radîkal ên oline û aligirên rêberê Îranê ne û çend kes jî xwe wek reformîstan bi nav dikin.
Berê, di Sibatê de hilbijartana parlamenê ya Îranê çêbû ku di dîroka Komara Îslamî de baykota herî mezin bû. Niha jî hilbijartina serokkomarî û şorayen gund û bajaran xistine zik hev da ku karibin gelên Îranê bihênine ser sindoqên dengdanê. Ji ber wê, li hilbijardinên şoray gund û bajêr, her tim nakokiyên herêmî, eşîretî, malbatî û ... sîstemê zêdetir dide pêşî ku jimara dengdêran zêdetir be.
Hêvî nemaye
Lê ji ber çend sebebên bingehîn û esasî, nihêrînên kesên siyasî û çalakwanan wiha ye ku 18´ê Heziranê dîsa jimareke pirr kêm wê biçe ser sindoqên dengdanê û sîstemê rewa bikin. Nîqaş ew e ka hinek tiştên surprîz ji aliye rayedarên Îranê ve di wê di dema kin de çêbe ku xelkê teşwîqî wê yekê bike ku dengê xwe bide. Mînak, Rohanî gotiye, "Heger derfeta min hebe, di 100 rojan de ez ê rewşa Îranê ya siyasî û aborî biguherim"; lê ev 8 sal in, serokkomar e, çima neguhertiye? Her wiha yek ji xefkên din ew ku dixwazin berendamên jin bînin û weke formalîte hebin.
Lê gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji dîroka Komara Îslamî ders û ezmûnên baş girtine û mîna ku min got, beşdarî li dengdanê pirr kêm dibe û boykotekê ew ê deynin pêşiya Komara Îslamî. Çend sedeman kir ku gel beşdarî hilbijartinê nebe.
Di xwepêşandanên gel ên 2017 û 2019´an de gel bi yekdengî got, "em ne alîgirên reformîstan in, ne jî yên muhafezekaran, belkû em dixwazin bi giştî û ji binî ve sîstem bê guherandin. Ji ber wê, fotoyen Xumeynî û Xamaneyî şewitandin û ragihandin ku ti baweriya wan bi sîstemê nemaye. Di xwepêşandanên sala 2019´an de, yanî du salan beriya niha, çend hefteyan înterneta Îranê qut kirin û zêdetirî 1000 kesî hatin kuştin. Xwepêşandan bi başdariya Kurd, Fars, Azerî, Beluç, Ereb, karker, mamosta, jin, ciwan, û yên din, yanê bi beşdariya civakê hemûyî bi rê ve çûn; xelkê sîstema Îranê ji binî ve red kir.
Her wisa, van salên dawiyê ambargoya aborî ya bi destê DZE´yê li ser Îranê hatiye ferzkirin, rewşa gel pirr xirab kiriye û li gorî daneyên fermî yên rejîmê, nêzî ji sedî 60 ta 70´yê Îranê ketiye bin sînorê hejarî û xizaniyê. Rayedarên Îranê û alîgirên rejîmê, jiyana wan pirr xweş e, û zarokên wan li welatên Ewrûpayî, Emerîka û Kanadayê dixwînin û gel wê cudahiyê dibîne. Gelên Îranî dizanin ku ji ber siyasetên xelet ên rejîmê ambargo çêbûye û ji sîstemê narazî ne.
Zêdebuna nexweşiya koronayê li Îranê û bêtedbîriya sîstemê, nerazîbûnên mezin çêkirin û hejmara miriyan jî ji ya fermî gelekî zêdetir e.
Xelk welêt diterikîne
Zindaniyen siyasî li Îranê pirr zêde bûne. Her kesê nihêrîneke cuda bibêje, wî digrin, êşkencê lê dikin û cezayên giran lê dibirrin. Ji ber nebûna demokrasiyê û zextan, gel bê hêvî bûye.
Van salên dawî koçberî li Îranê bo welatên rojavayî pirr zêde bûye. Zêdetirî 20 sporvanên jin û mêr ên tîmên neteweyî van çend salên dawiyê pena xwe birin Ewrûpayê. Bi heman rengî gelek nivîskar û hunermendan jî pena xwe biriye Ewrûpayê. Ji ber wê baweriya civakê bi guhertinê nemaye.
Baweriya pirraniya civakê bi sîstema Komara Îslamî nemaye. Gelek kesên li bendê bûn Trump êrişî Îranê bike jî, niha bê hêvî bûne. Pirraniya gel dixwaze ji bo xwe guhertinê çêbikin û ev 4 sal e ku her tim nerazîbûna xwe bi awayekî berfireh nîşan dide û xwe bi rêxistin dike.
Heta niha KODAR û PJAK di çend daxuyaniyên xwe de gotine, beşdariya li hilbijardinan ti encama erênî ji bo gel nîne û gel pêwîst e şiyar be. Wekî din çend aliyên din ên muxalefetê jî hilbijartinê boykot dikin.
Tişta niha diyar e, ew e ku rewabûna sîstemê ji her demê kêmtir bûye. Aliyên muxalif di nava civakê de roj bi roj zêdetir dibin û baykoteke giştî li benda sîstema rejîma Îranê ye.