Botan bost bi bost tê talankirin

Duşem 15 Tîrmeh 2024 - 00:17

ZEYNEP DURGUT / MA / ŞIRNEX

Li çiyayên Gabar, Cûdî, li herêma Bestayê yên bi ser Şirnexê ve qirkirina xwezayê ya ku 3 sal beriya niha bi destê cerdevanan hatiye destpêkirin bênavber didome. Di encama birrîna daran de xweza tê talankirin. Heta niha bi milyonan dar hatine birrîn. Li Gabarê di bin navê "Lêgerîna neftê" qadên talanê tên berfirehkirin. Her roj ji aliyê medyaya desthilatdariyê ve talana herêmê weke serkeftinekî û çavkaniya debarê tê serwîskirin. Lê belê di dîmenên li herêm tên girtin de talana li herêmê radixe berçavan. Li herêmên navborî bi kepçeyan dar ji kokê tên rakirin û birrîn û dînamît lê tên teqandin. Deverên pîroz ê weke goristanan jî ji vê rûxandinê para xwe digirin û tên wêrankirin. 

Her wiha ev wêrankirin xesarê dide her cureyên ajal û zindiyên li herêmê. Kanî û rûbar ji ber wêranê ziwa dibin. Her wiha nefta ku dikeve nava avê jî qirêj dike. Gundê Şêxê Reş ango Ziyaretê li Çiyayê Gabarê, ev bi mehane ku xelkê gund ji ber ku neft tev li nav ava wan bûye û bîrên avê jî ji ber dînamîtên ku tên teqandin xetimîne, bi pirsgirêka avê re rû bi rû mane. Her wiha di dîmenên ku hatine girtin de tê dîtin ku kevirên ku bi dînamîtan nayên hilweşandin bi makîneyan kar hildiweşînin. Li aliyê din ji salên 1990’î ve ketina 37 gundên li herêmê hatiye qedexekirin. Ji bilî cerdevan û leşkeran kes nikare bikeve gundên qedexekirî. Hat îdiakirin ku cerdevanên ku ketine gundên xelkê dest danîne ser rez û baxçeyên wan û berhemên ku di bax û baxçeyên wan de diçînin tînin li bazarên Cizîr û Şirnexê difiroşin.

Cûdî ji Akbelenê cûda nebînin 

Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram nerazîbûn nîşanî talana li herêmê hatiye destpêkirin da û û wiha axivî: “Di salên dawî de li Gabarê xebatên lêgerîna neftê bi awayekî cidî bi birîna daran tê kirin. Birîna daran wêrankirina xwezayê ye. Bi teqandina dînamîtan, li herêmê ji xeynî mirovan jiyana zindiyên din jî ji holê rabû. Daristanên herêmê û cureyên nebatan a li herêmê di xetereyê de ye. Ev rewş dibe sedema kêmbûna dar û daristanan. Her çiqasî weke tevgerên ekolojiyê me gelek caran li dijî vê talanê çalakî li dar xistibin jî bê encam man e. Banga me ji hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk, tevgerên ekolojîk, partiyên mûxalefetê û gelên Tirkiyeyê re heye; bila  li dijî vê wêrankirina herêmê derkevin, her carê li metropolên Tirkiyeyê bêdengî tê dîtin. Banga me ji hemû gelên Tirkiyeyê re ew e ku li dijî vê qirkirina ekolojîk bi hev re rabin. Werin em hemû bi hev re dengê xwe bilind bikin. Cûdî, Gabar, Besta, Licê, Sêrt, Çewlik, her roj bi talanê re rû bi rû dimînin. Heke ku em Cûdî ji Akbelen cuda nebînin, wê demê em nikarin van polîtîkayên talankeriyê ji holê rakin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.