Nûnerê Bilind ê Karê Derve û ewlehiyê yê Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell piştî Bexdayê, ji bo hevdîtinan çû Hewlêrê jî. Ew pêr bi serokê PDK´ê Mesûd Barzanî, serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê hikûmeta Hewlêrê Mesûr Barzanî re rûnişt.
Beriya ew bi Mesûd Barzanî re rûnê, bi serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî re rûniştibû û di daxuyaniya hevpar a bi vî Barzaniyî re wî pesnê rola Kurdan di şerê li dijî DAIŞ´ê de dabû.
Piştî ku bi bavê wî Mesûd Barzanî re rûnişt, Borell bi serokwezîrê hikûmeta Hewlêrê Mesrûr Barzanî re jî rûnişt. Weke her heyeta biyanî ya diçe Hewlêrê wî jî sê Barzanî tewaf kirin. Wî soza dewama desteka ji bo herêmê da ji bo îstîqrara li Iraqê û "şerê li dijî terorê".
HEWLÊR