Romana nû ya nivîskar Çidem Baran a bi navê “Bor” ji Weşanxaneya Zîzê derket. Roman bi şêwazeke şîpehişî hatiye nivîsandin.
Weşanxaneya Zîzê roman bi vî awayî dide nasîn;
“Bor romaneke pirqatmanî ye. Nivîskar bûyer ber bi bême- kanî, bêzayendî û bêzemaniyê ve kişandiye û li wir, bi 'Bor'an çîrokeke pirqatmanî saz kiriye. Di sazkirina wê pirqatmaniyê de jî ji berbelaviyê bêhtir berê xwîner dide kûrahiyê ku rastiya rastîn li wir veşartî ye; Xwezî di çîroka Şehrazad a Şeva hezarî de yek biçûya tora xwe biavêta behrê, cêr biketa nava torê, ji nava torê biketa erdê, ga der- keta holê, rih derketa ji bedena gayê, xatir bixwasta ji xwediyê torê, hema bê hesap û kitêb berê xwe bida rê, şev û roj biçûya têr nebûya ji meşê, çîrok neqediya, dor nehata şeva hezar û yeke (...)
Bor mînakeke serkeftî ya şêwaza şîpehişî ye...”
NAVENDA NÛÇEYAN