- Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi vê boneyê daxuyaniyek da.
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi boneya salvegera raperîna gelê Başûrê Kurdistanê, diyar kir ku beravajiya armanca raperînê, desthilata herêmê bi siyasetek nedemokratîk û girêdayî dagirkeran, gendelî û nedadî û talana malê giştî, dewam dike.
Wê eşkere kir ku divê bi heman ruhê raperînê, raperîneke demokratîk dewam bike da ku armancên Raperînê bên biserxistin.
Îro salvegera 31´ê ya Raperîna bihara sala 1991’ê ya gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî rejîma Beesê ye. Hingê xelkê Başûrê Kurdistanê xweber li devera îro jê re Raperîn tê gotin, li ber rejîmê rabû û ew ji Kurdistanê kire der. Paşê partiyên siyasî YNK û PDK (gelekî piştî YNK´ê) daxilî Raperîna xelkê bûbûn. Piştî vê Raperînê, xelk tenê hatibû hiştin; û di encama êrişa Beesê de komkujiyên mezin hatin kirin û koçberiyeke mezin dest pê kir.
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi vê boneyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya Tevgera Azadî de tê gotin: “Faktora yekem û bandora raperînê, ew îrade û yekgirtina tevahiya gel bû. Raperînê di têkoşîna xabata azadîxwaz a gelê Kurd de qonaxeke nû anî, lê mixabin, coş û xuroşa wê serketina gel her zû kete ber hêza desthilatdarxwaz û talanker, parçeker û herêmgeriyê; hizbên desthilatdar li ser hesabê keda gel û xwîna şehîdan ev siyaset dikir.”
Saziyeke niştimanî îro jî nîne
Tevgera Azadî bi vê yekê rexne li sîstema desthilatdariya heyî ya li Başûrê Kurdistanê girtin û got, ew ê her tiştî bike, da ku armancên Raperînê biçin serî:
“Piştî 31 salên hikûmranî û guhertinên bi bandor ên herêmî, Başûrê Kurdistanê nebûye xwedî saziyeke nîştimanî û neteweyî ya ku gel baweriyê pê bîne. Dadgeh û perlamen, proseya hilbijartina demoktatîk ji ber sedema nepaqijî û destwerdana hizbî, bêrol kirine. Berevajî armancên raperînê bi sîstemeke nedemokratîk û girêdayî dagirkeran, di zeftkirina desthilatê, gendelî, nedadî û talana malê giştî dewam dikin.”
Tevgera Azadî eşkere kir ku divê bi heman ruhê raperînê, raperîneke demokratîk dewam bike û bibe cihê daxwazên gel û wiha dewam dike: “Weke Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, em ê hêza xwe hemûyî bixin xizmeta biserxistina armancên raperînê û têkoşîna azadî û demokrasiyê. Li ser vî bingehî, em dilsoziya xwe ya bi ruhê şehîdên raperînê û tevaya cangoriyên azadiyan Kurdistanê re radigihînin. Em bang li tevahiya beşên civakê, jin û ciwanan, kesên azadîxwaz û welatparêz dikin da ku bi ruhê raperîneke serdemê, demoktatîk û bawerîbixwebûnê, xwe bi rêxistin bikin û bi rêbaz û hizreke nû girîngiyê bi têkoşîna demokratîk bidin.”
NAVENDA NÛÇEYAN