Biryara sosret a dadweriya Iraqê

Çarşem 7 Tebax 2024 - 02:10

Desteya Dadwerî ya Hilbijartinên ser bi Encûmena Bilind ya Dadweriya Iraqê, girtina 3 partiyên siyasî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand. Li gorî daxuyaniyê, Dadweriya Iraqê biryar daye Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê were girtin. Li gorî biryara dadweriyê, wê baregehên her 3 partiyan werin girtin, dest deynin ser mal û milkên darayî yên partiyan. Encûmena Dadweriyê ragihand ku li gorî madeya 32 ya partiyên siyasî ya sala 2015’an, biryar hatiye derxistin. Balkêşe ku biryara girtina partiyan bi taybet jî PADÊ ku partiyek ji aliyê Êzidiyan bi xwe ve hatiye damezirandin, di 10’emîn salvegera fermana Şengalê de derketiye. Bi vê biryarê carek din tê dîtin ku Iraq bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike û dijî Şengalê di nava plan û projeyên cûda deye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.