Biryara bidarvekirinê ya Kurdekî

Şemî 24 Sibat 2024 - 00:43

Medyaya Rojhilatê Kurdistanê li ser sepandina cezayê bidarvekirinê li ser ciwanekî Kurd daxuyaniyek weşand.

Li gor medyaya Rojhilatê Kurdistanê hate ragihandin ku yek ji girtiyên xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê bi cezayê bidarvekirinê hat mehkûmkirin. Kesê ku bi cezayê bidarvekirinê hatiye mehkûmkirin 27 salî ye û xelkê Selmasê yê ji bajarê Ûrmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Di dema serhildana ‘Jin jiyan azadî’ de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû girtin.

Herwiha medyaya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku welatiyê bi cezayê bidarvekirinê hatiye mehkûmkirin navê wî Şahîn Wesaf’e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.