‘Bîrnebûn’ bîra erdhej û Newrozê bir

Nûçeyên Çand/Huner

În 17 Adar 2023 - 02:38

Kovara “Bîrnebûn” a ku Kurdên Anatoliya Navîn wê sê mehan carekê derdixin, bi hejmara xwe ya nû ya 86’an careke din li hemberî xwînerên xwe ye.

Kovara Bîrnebûnê jî wekî gelek kovarên Kurdî ku di meha bihurî de hejmareke derxistin, di bergê xwe de cih daye erdhejê û her wiha Newroza 2023’yan pîroz dike; “Em hêvî dikin ev hejmara jî li gor dilê we be! Bi vê hêvîyê Newroza 2023’an li me gişan pîroz be! Mixabin di her destpêkeka biharê de xelkê me her tim tûşî tofanên mezin bûye, wekî 16’ê Adarê ku bajarê Helebçeyê bi çekên kîmyewî hate bomberankirin û xelkê me hate kuştin. Niha jî ev erdheja giran bi ser welatîyên me de weke ewrekî reş î tarî girt! Em li vir bi taybetî êşa wan hemû kesên ku malbatên xwe di erdhejê de winda kirine parve dikin û bila serê gelê me sax be!”

Adem Ozgur di vê hejmarê de bi bi stranbêja Kurd Ayfer Duzdaş re peyiviye. Ayfer Duzdaş gotiye; “muzîk ji bo gelan hêmaneke girîng e. Lê ji bo civaka Kurdan bi bawerîya min fonksiyon û girîngîyeke wê ya gelekî mezintir heye. Dengbêj, jinên dilşewat, stranên ku di dawetan de tên gotin hemû serpêhatiyên Kurdan vedibêjin.”

Wekî din jî di vê hejmarê de gotar û helbest hatine nivîsandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.