Birînên Helebceyê didomin

Duşem 17 Adar 2025 - 03:10

Di ser Komkujiya Helebceyê re 37 sal derbas bû, lê komkujî hê li qada navnetewî nehatiye naskirin û birînên Helebceyê nehatine dermankirin.

Di bin siya şerê Îran-Îraq’ê de Enfal û Komkujiya Helebceyê çêbûn. Enfal, di navbera salên 1986-1988’an de pêk hat. Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî 182 hezar Kurd hatine qetilkirin, ji sedî 90’ê gundan hatine hilweşandin û valakirin.

Di 16’ê Adara 1988’an de Komkujiya Helebceyê, mîna komkujiya herî mezin a hatiye serê Kurdan, çêbû. Firokên ku ji aliyê Sovyetan ve hatine çêkirin, 5 saet bê navber bi gazên kîmyewî bombebaran pêk anîn. Gazên ku bêhna sêvan jê dihatin, Helebceyê veguherandin goristanek mezin. Seat di 10.50’yê sibehê de komkujî destpê kir. Di Komkujiya Helebceyê de 7 hezar kes hatin qetilkirin, 15 hezar kes bi giranî birîndar bûn. Piştre jî Helebceyek ku hê jî bi nexweşînên çav, nefes û çerm re têdikoşe, li dû vê komkujiyê ma. Helebceyek birîndar. Tiştên ku hatin serê mirovan, perçeyek projeyên modernîteya kapîtalîst ên ji bo Rojhilata Navîn dîzayn kiriye, yên "perçe bike û qetil bike" bû. Ev siyaseta ku her perçeyek, mîna ku têkiliya wan bi hev re tuneye birêve bir, bû sedema mirina bi milyonan kesan.

Çek firotin Saddam

Hêzên navnetewî Saddam bi lez û bez darve kirin. Bi vî awayî, aşkerakirina rastiya li pişt van komkujiyan, asteng kirin. Bi vî awayî, para xwe ya di van komkujiyan de, piştperde kirin. Lê belê piraniya çekên kîmyewî yên li Helebceyê hatin bikaranîn, ji welatên mîna Almanya û Hollanda hatibûn peydakirin. Her wiha amûrên teknîkî yên ji bo afirandina van çekan, ji aliyê Emrîkayê bi xwe ve hatibûn firotan. Saddam ji bo  Komkujiya Helebceyê generalê Îraqî yê wek ‘Eliyê Kîmyewî’ tê zanîn, peywirdar kiribû. Darvekirina vî generalî bi xwe jî bi salan hat taloqkirin.

Birînên Helebceyê didomin

Başûrê Kurdistanê, piştre gihîşt sîstemek federe. Lê ev sîstema ku teng bû û berjewendiyên malbatî diparêze, nekarî birînên Helebceyê derman bike û bi rêyên dîplomatîk komkujiyê di qada navnetewî de bide naskirin. Ji bo ku Başûrê Kurdistanê van êşan derman bike, pêwîst e destpêkê demokratîkbûnê esas bigre û civakê hembêz bike. 

NÛJINHA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.