Merasîm wê 3 rojan dewam dike
Duşem 17 Adar 2025 - 03:25
Merasîma bîranînê ya 37’emîn salvegera Kîmyabarana Helebceyê bi meşek destpêkir û tê payîn merasîm 3 rojan dewam bike. Beriya 37 salan di 16’ê Adara sala 1988’an de rejîma Baasê bi gazên kîmyawî Helebceyê bombebaran kir. Di encama êrişa hovane de zarok, jin kal û ciwan nav de zêdetirî 5 hezar kes şehîd bûn, hezaran kes birîndar û winda bûn. Bi vê boneyê her sal merasîmên bîranînê tên lidarxistin. Di heman çarçoveyê de, doh jî li Helebceyê, li ber derê Baxê Giştî ya Helebceyê merasîma bîranînê bi meşek destpêkir û meş heya ber derê bîrdariya Helebceyê dewam kir. Merasîma îsal 3 rojan dewam wê bike, di 3 rojan de gelek peyam, berhemên hunerî, panel û semîner werin pêşkêş kirin.
ROJNEWS/HELEBCE