Birîndarekê jiyana xwe ji dest da

Şemî 2 Nîsan 2022 - 04:28

Birîndareke teqîna li Şehbayê jiyana xwe ji dest da. Bi vî awayî hejmara kesên ku li navçeya Ehdasê di teqîna tûpê gazê de jiyana xwe ji dest dan bû 3.

Di 30’ê Adarê de li maleke li Komuna 7’an ji ber tupê gazê teqînek pêk hatibû. Roja destpêkê ji 10 kesên di bin avahiyê de mabûn 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Ji birîndarên li Nexweşxaneya Avrînê, Fîdan Sebrî Çawîş jiyana xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber qezayê bû 3.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.