- Dewleta Tirk a dagirker, 25'ê Kanûna 2021'ê bi balafiran bombe li maleke sivîl a li Kobanê barandibû û di encamê de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jin ên Ciwan şehîd bûbûn, 2 jî birîndar bûbûn.
Dewleta Tirk a dagirker, 25'ê Kanûna 2021'ê bi balafiran bombe li maleke sivîl a li Kobanê barandibû û di encamê de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jin ên Ciwan şehîd bûbûn, 2 jî birîndar bûbûn.
Endamê tevgerê Mesûd Îbrahîm ku di êrişê de birîndar bûbû li nexweşxaneyeke Minbicê dihat dermankirin. Tevî hemû hewldanan jî Mesûd Îbrahîm doh bi şev şehîd bû. Bi vê yekê hejmara şehîdan bû 6.
Şehîd Mesûd Îbrahîm li gundê Ziravkê yê li başûrê Kobanê sala 1992'an ji dayîk bû.
Çav li rê ye ku cenazeyê şehîd Mesûd Îbrahîm îro li Goristana Şehîd Dîcle li Kobanê were veşartin.
Di heman êrişê de Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rocîn Ehmed Îsa, Murhef Xelîl Îbrahîm, Welîd Mihemed Menla Hisên jî şehîd bûbûn.
KOBANÊ