Birîndaran vegerînin mala wan

Pêncşem 8 Îlon 2022 - 21:03

  • Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser êrişa 5'ê Îlonê ya li herêma Xelîfanê ya li dijî komek gerîla, daxuyaniyek da.

KNK'ê kemîn û êrişa li Xelîfanê ya li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê şermezar kir û bang li PDK'ê kir da ku gerîlayên birîndar ên di destê xwe de, radestî hêzên HPG'ê bike.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser êrişa 5'ê Îlonê ya li herêma Xelîfanê ya li dijî komek gerîla, daxuyaniyek da.

KNK´ê bi bîr xist ku li navçeya Xelfîanê li dola Balîsan, di kemîneke PDK´ê de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk 3 gerîla şehîd kirine û 2 gerîla jî bi birîndarî dîl ketine destê hêzên PDK'ê. KNK´ê wiha dewam kir: “Hêzên PDK'ê li wê derê çi dikirin? Her wiha gundiyên nêzîkê cihê bûyerê dibêjin, dema hêzên PDK'ê çûne cihê bûyerê, dengê çekan jî hatiye. Ev hemî cihê pirsê ne."

KNK'ê bi bîr xist ku HPG'ê di daxuyaniya xwe de, bang kiriye da ku lêkolînê dike û ji PDKê jî daxwaz dike ku gerîlayên birîndar teslîmê HPG'ê bike: "Em banga HPG'ê di cih de dibînin û destek dikin. Divê ev bûyer bê lêkolînkirin û bê zelalkirin û gerîlayên birîndar jî radestî HPG'ê bêne kirin.

Em weke KNK'ê dixwazin careke din bangawaziyê li PDK´ê bikin; Tevgera Azadiyê ya gelê Kurdistanê li her çar beşan gihîştiye asteke gelekî bilind û gelek destketî hene. Helbet me gelek qurbanî, cangorî û bedelên mezin jî dane. Hevkariya we li gel dewleta Tirk, çi di asta neteweyî û çi jî di asta navneteweyî de zerar û ziyaneke gelekî mezin li têkoşîn, xebat û destketiyên me dike. Çareserî bi hevkariya li gel dijmin nabe û bi tu rengî jî nayê qebûlkirin. Belê em dizanin ku hin pirsgirêk di nav tevgera gelê Kurd  de heye û çareseriya wê jî, ancax bi rêya diyalogê, dan û standinan pêk tê.

Em bangewaziyê li partî, rêxistinên siyasî, saziyên civakî, hunermend, ronakbîr û kesayetiyên welatparêz dikin da ku dengên xwe li hember hevkariya PDK'ê ya li gel dewleta dagirker bilind bikin û helwêsteke welatparêzî wergirin. Divê herkes destê xwe dayne ser wijdanê xwe û nabe ku ti kes bêdeng bimîne. 

Em dixwazin ev bûyer di demeke kurt de, bê lêkolînkirin û bê zelalkirin û gerîlayên birîndar jî radestî HPG'ê bêne kirin. Em careke din hêzên kemîn danîn û êrîşkaran şermezar dikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.