Bîrên mirazan ji bo palehiyeke baş

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 21 Çile 2023 - 04:04

Daîreya Parastina Berhemên Dîrokî ya eyaleta Elmanyayê Bayernê, di Kanûna bihurî de gotibû, arkelogan li derveyî Munchenê, li bajarokê Germeringê, gelek seramîkên ku berê ew hatine bikaranîn, dîtine. 

Her wiha arkelogon bîreke ku nîşaneya daxwaz û mirazan a ku heta ser dev bi mucewheran dagirtî ye jî dîtine. Wisa tê texmînkirin ku ev bîr û berhemên dîrokî beriya 3 hazar salan ji bo hin rîtûelan, hatine çêkirin.

Arkelogên ku li Germeringê dikolin û dixebitin, qederê 70 bîrên avê dîtîne û ev berhemên dîrokî jî di van bîran de veşartî bûne. Wan 26 derziyên bronz ên cilûbergan, hin alavên dekoratîf, tas û cêr dîtine. Arkeolgan wekî din di van bîran de du bazin, du spîralên metal, diranekî heywanan, çar morîkên kehrebar, kelemçeyeke textikî û hin tovên nebatan jî dîtine. 

Serokê Daîreya Parastina Berhemên Dîrokî ya Bayernê, Mathias Pfeil got, “Di vî zemanî de jî gelek kes bi sirra bîran bawer e. Gelek kes ji bo mirazên wan bi cih werin, pereyên hesin diavêjin bîran. Dibe ku ev berhemên di van bîran de hatine dîtin, ji bo palehiyeke baş pêk were û debrên salê baş bin jî hatibin avêtin. Yanî mirovên wî zemanî weke mirazekî ev tişt avêtibin bîran.”

Berhemên dîrokî yên hatine dîtin wê li muzeya Germeringê a bi navê “Zeit+Raum” werin parastin.

MUNCHEN

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.