Bîrdal ê li Îranê hate girtin, kete rojiya mirinê

Sêşem 1 Mijdar 2022 - 00:33

Endamê Meclîsa Giştî ya Bajarê Agiriyê yê HDP'ê Mehmet Bîrdal ku ji ber bazirganiyê li Îranê hate girtin, dest bi rojiya mirinê kir.

Mehmet Bîrdal ku ji bo bazirganiyê çûbû Îranê, hate girtin, 16 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Bîrdan bi îdîaya "Endametiya PKK û PAJK'ê", "Alîkariya ji bo PKK'ê", "Hevkariya bi komên dijmin re", "Propaganda rêxistinê" û "Gefa li ser ewlekariya milî" hate sûcdarkirin.

Bîrdal li hemberî binpêkirina mafên xwe li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir.

Bîrdal bi rêya malbata xwe ji Girtîgeha Makûyê nameyek şandiye û diyar kiriye ku lêvên xwe ji sê cihan ve dirûtiye û bi vî rengî dest bi rojiya mirinê kiriye.

Malbata Bîrdal bang li raya giştî kir ku bala xwe li ser mijarê be û zextê li dewleta Îranê bike.

 AGIRÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.