Birayê endamê Têkiliyên PYD'ê Mistefa Osman ê ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin, bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir da ku birayê wî û hevalên wî berde.
Ev 47 roj in ku PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê revandine. Birayê endamê Têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman, Nezhet Xelîl Osman derheqa meselê de wiha peyivî: "Birayê min tu sûc nekirine ku were revandin. Tişta ku kiriye çûbû balafirgeha Hewlêrê da ku pêşwaziya şandeyekê bike ku ji bo serdana Rojava hatibû, lê beriya ku derbasî balafirgehê bibe hêzên asayîşa Hewlêrê ew revandin. Em ji nêzîkatiyên bêserûber ên hêzên PDK`ê yên li hemberî Kurdan mat dimînin. Ev ne demokrasî ye ku tu birayê xwe yê Kurd bigirî û bixî girtîgehê û tu agahiyan nedî malbata wî. Demokrasî ew e ku tu bihêlî birayê te bi serbestî bêyî qeyd û bendan bijî û bibe piştevanê rakirina zilma li ser wî û malbata wî."
Ew bû 47 roj
Di 10`ê Hezîranê de, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabûn balafirgeha Hewlêrê, revandin.
Ji wê demê de hêzên ewlehiyê yên girêdayî PDK`ê tevî xwestekên Rêveberiya Xweser û PYD`ê, cihê endamên revandî û sedema revandina wan, diyar nekiriye. Tenê tê zanîn ku her sê siyasetvenên Kurd li Hewlêrê tê ragirtin.
NAVENDA NÛÇEYAN