Bîranînên bi Şehîd Zeynep Amanos re

Nûçeyên Forum

Duşem 12 Tîrmeh 2021 - 09:11

  • Te morîkek diyarî min kir. Te got, kengî min zehmetî kişandiba, lazim bû min tenê ev morîk li ber çavên xwe bigirtana - ji ber ku ev cîhan dema ku tu bi morîkekê lê vedinihêrî, bi carekê pirr cûda xuya dike...

AMARA DORŞÎN

Zeyneba hêja,

îro, di salvegera şehadeta te de, ez dixwazim wêneyekî ji bibîranînên te xêzbikim, ev bibîranînên ku te ji min re hiştine…
Di hevdîtina me ya destpêkê de te wêneyek ji min xwestibû…

Te ji min xwestibû, ez "hêlîneke" di nava du şaxên darê de xêz bikim… Te pirr baş dizanîbû ka ev hêlîn wê çawa xuya bike. Ez ê hewl bidim ku ramanên min bi te re, wêneyê te careke din xêz bikim...

Hêlîneke di bilindahiya bayî de, mîna hembêzeke germ û ewle, her wekî wê hesta ku te ji despêke ve bi min da hîskirin. "Hêlîn" di heman demê de nêzîkî maneya hêlanê ye. Dibe ku ev hêza van her du peyvan di kesayeta te de bi hev ve hatine girêdan. Ji ber ku îro min astengên zimanî yên van rojan li pey xwe hiştine, ez bi temamî bi zelalê nizanim jî ka te wê rojê ji min wêneyê hêlînekê yan jî hêlekanekê xwest ku di nava şaxên darê de diheje… Dîsa jî di roja îro de ez pirr eşkere pê dizanim ku di pirrmanebûna peyva "hêlînê" de rastiya pirrengîbûnê veşartî ye, her wekî di kesayeta te de… Pirrengîbûna vê peyvê, pirrengîbûna kesayeta te dihewîne.

Tu bûyî ku wan rojan maneya giranbuha ya peyva "sebir" bi min da fêmkirin. Te pê re jî ewlekariya weke ya li "hêlînekê" da min û hem jî pirrengîbûna zimanê Kurdî diyarî min kir. Ji ber ku her tişt diguhere, yanî hêza veguherînê dihewîne.

Hem bi xwesteka wêneyê hêlînekê hem jî bi danasîna peyva "sebir“, te bi min zelal kir ku em dikarin her tiştî bi dest bixin, heger em baweriya xwe ya guhertinê û ruhê firok ê hebûnê ji dest nedin…

Yekbûyîn di navbera ewlehî û hejînê de tu bûyî – Hevala Zeyneb. Xeyalên zaroktiya xwe te qet ji bîr nekirin, lê disa jî te giranbûna şer jî her tim da ber çavên xwe. Hem bi ahengekê hem jî bi hejandinê te karibû xwe ji hêza kêşanê a erdê jî xilas bikî.

Em jî dixwazin bi vê awaza te xwe bihejînin: Rê û armanc timî li ber çavan, carinan nêzîk û carinan dûr, carinan ber bi pêş ve, carinan ber bi paş, lê her tim di nava hejînê de. Di dema dûriyê de, xwe di ber çavan re derbas bikî ji bo ku careke din bi dafdayînê armanca xwe li ber çavan bigirî… carinan bi dafdayînê û bi hêz, carinan aram û biaheng, lê tim û daim. Mîna dengê te, wexta te "Dengê Zerdeşt" ji me re distirand… carinan bi dengekî bilind û zelal, carekê bêdeng û hestiyar… Xwesteka te ya herî mezin ew bû ku tu rojekê biçî çiyayên Geverê, te ev armanca xwe da ber çavên xwe û hedefgirtin û gihiştina hedefê timî bi pêş xistiye. Di çavên te de kêfxweşî wekî avê zelal bû. Ti asteng li pêşiya te tine bû, her wekî ev ava ku Gerîla çaya xwe pê dikelîne. Wexta ku te ev harmonîka piçûk di çentê min de dît, çavên te mîna yên zarokekê biriqîn… Kengî te xwes, te awazên herî delal bi heft dengên vê amûrê afirandin, her wekî ku piyano be, 88 dengên wê hebin…

Te morîkek diyarî min kir. Te got, kengî min zehmetî kişandiba, lazim bû min tenê ev morîk li ber çavên xwe bigirtana - ji ber ku ev cîhan dema ku tu bi morîkekê lê vedinihêrî, bi carekê pirr cûda xuya dike...

Ev kêliyên wekî lîstikan, ev kûrahiya zanîna te ya ku te bi me re parve kir û di heman demê de hêza te tine nabe ye ku dengvedana te li ber bilindahiyên çiyayên Heftenînê vedigerîne û pêlên wê heta cihên herî dûr belav dibin…

Ti caran em ê wêneyê te ji bîr nekin: "Ev der Heftenîn e":

Gula rûmetê,
hêza vê axê,
cewhera jiyanê,
bedewiya evînê,
sebira çêbûyînê…
Ahengek e.
Hêlînê – mala hêviyê,
Hêlekan – pêvajoya guhertinê!
Şehîd namirin!

* Ev nivîs hatiye nivîsîn ji bo Zeyneb Amanos (Zahîde Şîmşek) a li Hatayê ji dayikbûyî û di Cenga Heftenînê de 11´ê Tîrmeha 2020´a li Tepê Qertel ê Bektoryayê şehîdbûyî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.