Bîra civakê bi eynat e!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 26 Nîsan 2021 - 06:28

  • Zabel Yesayan: Gelê Ermen hemû di tehlûkeyê de ye, divê pêşî em hebûna wan a fizîkî biparêzin. Ez bi kesên sêwî yên ji ber komkujiyê reviyayî re mijûl im û min ev peywîr hilgirtiye ser milê xwe.

 

ARDÎN DÎREN

 

“Bayê kevnariyê xwe li me dide û derbas dibe û em berê xwe didin kîjan dengî olana kesên ku xwe bêdeng kirine, tê guhê me. Heger em ji tiştên şexsî yên hatine serê me biaqil nebin, em ê her tim heman şaşiyan bikin. Bi şaşiyên civakî û êşên me re hevrûbûneke me çênebe dîrok dê her tim xwe dubare bike. Ji lewma hilberîneriya hunerî, lê beriya wê jî bîr, mekanê berxwedêriyê ye. Bi bîr bîne.”
Walter Benjamîn; Di awirê dawî de evîn

Bayê komkujiya Ermenan ji nav bibîranîn û kavilên dîrokî tê xwe li dilê me dide dîsa. Tenê ne dilê me, xwe li dilê mirovahiyê jî dixîne û wî diêşîne. Divê em vê bobelatê bi bîr bînin û xwe bêdeng nekin. 106 sal di ser vê komkujiya kambax re derbas bûn. Ev bobelat bi hemû êş û azara xwe me vedixwîne hevrûbûnekê û bîra me dihejîne, pêdivî pê heye em li paşerojê vegerin û vê komkujiyê bi bîr bînin. Bi bîr bînin da ku komkujiyên dîtir neqewimin. Bi bîr bînin da ku şaşî dubare nebin. Bi bîr bînin da ku ev êş hinekî bikewe û mirovahî li çavsorî û zikreşiya xwe mikur were.

Lîsteya reş ya ji 234 kesî pêk tê

Dewleta Osmaniyan, di sedsala 20’an de hino hino hildiweşiya û nijadperestên Tirk, dixwestin li şûna wê komareke ku xwerû ji Tirkan pêk tê, ava bikin. Ji ber van sedeman gelek civakên din yên ne Tirk qir kirin, yên nikaribûn qir bikin jî asîmîle kirin û yên nikaribûn asîmîle bikin jî sirgûn kirin. Bi vê hişmendiya nijadperest di 24’ê Nîsana 1915’an dest bi girtina nivîskar, hunermend û rewşenbîrên Ermen ên navdar kirin. Lîsteyeke ku ji 234 kesan pêk dihat, hatibû amadekirin. Van kesan pêşengiya Ermenan dikir. Kesî nizanibû kesên ku tên girtin ber bi ku ve diçin û aqûbeta wan wê bibe çi. Ji wê, 24’ê Nîsanê wek qirkirina Ermenan hat pejirandin.

Di nav van 234 kesan de jinek jî hebû. Jixwe, di wê lîsteya reş de bi tenê jinek hebû. Ew kes, nivîskar Zabel Yesayan bû. Yesayan hatina vê bobelatê ji berê ve dibîne û direve derveyî welat. Yesayan, wêjevaneke navdar a Ermen e û wê gelek pirtûk nivisandine. Bi minasebeta salvegera komkujiya Ermenan, ez dixwazim  qala vê nivîskara ku ji ber şûrên Osmaniyan filitiye, bikim. Yesayan xwedî bîreke kûr e, ji bo bobelat neyên jibîrkirin wê demê pirtûkeke bi navê “Di nav kavilan de” dinivîse ku qala bobelat û qirqirina Ermenan a li Edeneyê dike. Ji me re wiha dibêje Yesayan, “bîra civakê bi eynat e.”

Di nav kavilan de

Yesayan sala 1878’an li Uskudara Stenbolê tê dinyayê. Ew ji nav jinên Ermen kesa herî pêşî çûye zanîngehê ye. Ew li zanîngeha Sorbonne ya li Parîsê wêje û felsefeyê dixwîne. Hîna ciwan e, helbestan dinivisîne. Helbesta xwe ya pêşî di 17 saliya xwe de dinivîse, romana xwe ya yekemîn di 25 saliya xwe de dinivîse. Di rojnameyên Ermen de rûpelên derbarê jinan de amade dike û dinivîse. Wek jineke femînîst, bi rêxistinkirina jinan re jî mijûl e û di nav xebatên bi vî rengî de jî cih digire. 

Di sala 1909’an de ew jî tevî komekê diçe Edeneyê. Çawa ku tê zanîn di sala 1909’an de li Edeneyê gelek Ermen tên qirkirin û gelek ji wan jî sirgûn dibin. Yesayan dibe şahidê vê bobelatê. Piştî çavdêriyên xurt derbarê vê bobelatê de pirtûka xwe “Di nav kavilan de” dinivisîne û bobelatê bi bîr tîne. Di pirtûkê de ew dibêje, “Rûyên kujeran û dîmenên wan bi min re reşbînî û şermê çêdikin. Dîmenên wan dilê min dixelîne. Gundên Ermenan hatine talankirin û rûxandin lê taxên Tirkan wek xwe mane û tiştek nehatiye serê wan. Kesên li vir pozbilind û bi kibir bûn, min ev yek ji kûrahî ve hîs kir. Kujerên vê bobelatê bê ceza mabûn, min ev tişt giş tomar kir. Heger em hestên xwe yên rastîn veşêrin, em ê nikaribin baweriyê bi hev bînin û bi hemwelatiyên din re bijîn.”

Ev pirtûk pirtûka şahidiyan e

Zabel Yesayan şahidiyeke baş dike, ew vê şahidaya xwe dinivisîne. Marc Nichanian di pirtûka xwe ya bi navê “Bobelat û Wêje” de ji bo Yesayan wiha dinivîse; “Ev berhema Yesayan berhemeke wêjeyî, rojnivîsk yan jî hevpeyvînê bû? Peyva ‘Şahidî’ (vgayutyun) wan rojan ji bo lewneke edebî nehatibû bikaranîn. Lê pirtûka Di nav kavilan de, pirtûkeke wiha ye, bêguman ew pirtûka şahidiyan e. Yesayan bi vê pirtûkê şahidiyê werdigerîne wêjeyê û di vî warî de ev berhem tekane berhema Ermen e.”

Yesayan piştî ji Tirkiyê direve, diçe Tiflîs û Bakûyê. Ew demeke dirêj li vir bi pirsgirêkên penaberan û kesên ku ji komkujiyê filitî re mijûl dibe û ji bo wan dixebite. Piştî komkujiya Ermenan pêk tê, gelê Ermen li cîhanê belav dibe û dibe penaber. Dema ew li Bakûyê ye, ji Arşag Çobanyan re nameyeke wiha dinivîse, “Gelê Ermen hemû di tehlûkeyê de ye, divê pêşî em hebûna wan ya fizîkî biparêzin. Ez bi kesên sêwî yên ji ber komkujiyê reviyayî re mijûl im û min ev peywîr hilgirtiye ser milê xwe.”

Tenê wêje dikare me bîne gel hev

Zabel Yesayan paşê ji Bakûyê bar dike, diçe Parîsê. Dema ew li Parîsê dimîne jî dev ji kar û xebatên xwe yên wêjeyî bernade û li vir di kovara Yerevan de edîtoriyê dike. Ew bi wêjeyê bawer bû û bawer dikir, tenê wêje dikare gelê Ermen ê belavbûyî bîne gel hev û di navbera wan de yekîtiyekê ava bike. Wê di kovara Yerevan de digot, “Gelê Ermen li çar aliyê dinyayê belav bûye. Hêza ku wê me bîne gel hev û têkileyekê di navbera me de çêke ji wêjeyê pê ve, ne tiştekî din e.”

Yesayan di sala 1933’an de Parîsê diterikîne û diçe li Ermenîstanê bi cih dibe. Ew di heman demê de endama Yekîtiya Nivîskarên Ermen e jî. Li Ermenîstanê di Zanîngeha Yerevanê de dersên Wêjeya Ermenkî dide.

Xwendekarekî wê yê bi navê Rupen Zaryan di bibîranînên xwe de qala Yesayan dike û dibêje, gava şagirt di sinifê de li hember wê diketin rêzê yan jî radibûn piyan, pirr hêrsa wê radibû û ev yek li xweşa wê nediçû. Li gorî bibîranînên Zaryan, Yesayan ji xwendekarên xwe re digot; “Ez dizanim, ev xwesteka min dê ji we re ecêb were, lê li ber min ranebin ser lingan, ev yek min şermî dike û pê aciz dibim. Ev nêzîkatiyeke leşkerî ye. Ji îro şûn ve heger hûn dixwazin li hember min rêzê bigirin, ji kerema xwe di wextê de werin dersê. Wekî din tiştekî naxwazim ji we.”

Li Sibîryayê jiyana xwe ji dest dide

Yesayan di dema Stalîn de di sala 1937’an de tê girtin û wê sirgûnî Sibîryayê dikin. Sala 1942’an li Sîbîryayê jiyana xwe ji dest dide. Sedema mirina wê hê jî nayê zanîn. 

Yesayan li gel wêjevaniya xwe, miroveke dilnizm û rastbîn bû. Bobelata hatibû serê gelê Ermen ew pirr diêşand û dixwest bibe şahidê vê yekê. Wê dixwest kesên din jî bi vê bobelatê bihesîne, lewma, ew ji bo vê yekê her tim xebitî û berhemên wejeyî derxistin holê û bû şahidê vê bobelatê. Helbest, roman û bibîranînên xwe nivisîn û bû yek ji wan lehengên wêjeya gelê Ermen. 

Yesayan ji nav bobelat û kavilan wêjeyekê diafirîne, wek Benjamin dibêje, nivîskareke hilberîner e, bi bîr tîne û dinivisîne û nade jibîrkirin, û ji me re dibêje, bîra civakê bi eynat e.

Em bi bîr bînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.