Festîvala govendê, dayika 70 salî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 18 Îlon 2025 - 15:40

  • Di 70 saliya xwe de ji bo temaşekirina neviyên xwe tevlî mîhrîcana govendê bû. Wexta li ser dikê wan dibîne, ciwantiya xwe tîne bîra xwe û heyecana rojên serbestiyê dijî.

Di 7’emîn Festîvala Govendên Gelêrî ya Şehîd Ronahî Bawer ku di navber 15-17ê Îlonê (2025) ve li bajarê Qamişlohat lidarxistin de, ji bilî komên govendê rengîniya beşdar û temaşevanan jî bal kişand.

Ji zarokan heta jin, ciwan, pîr û kalan, mirovên ji hemû temen û pêkhateyan cihê xwe girtin. Hinek ji ber hezkirina xwe ya ji bo çandê û hunerê hatibûn, lê hinek jî li gel vê hezkirinê bi heyecana temaşekirina zarokên xwe li wir bûn.

Di nava temaşevanan de dayika Safiya Qiço ya 70 salî ku li dora wê zarok kom bûne, bi heyecan û kêfxweşiya xwe bal dikişand.

Dema me pê re suhbet kir me fêm kir ku zarokên li dorê kom bûne, neviyên wê ne, hinek neviyên wê jî di koma govendê cih digirin, ew jî ji bo temaşekirina wan hatiye. 6 neviyên Safiya di Koma Govendê ya Ronak ku ji Amûdê beşdarî mîhrîcanê bûye de cih digirin. Zarokên Safiya bi xwe jî demekê di komê de lîstine, lê piştî wan jî cihê xwe ji zarokên xwe re hiştine û tevlî xebatên din bûne.

Koma Ronak di sala 1982’yan de hatiye avakirin, lê li Rojava cara yekem festîvalek bi vî rengî dibe. Lewma Safiya jî di vî temenî xwe de ji bo temaşekirina wan hatiye Qamişloyê. Wexta neviyên xwe li ser dike dibîne di rûyê wê de heycana wê xuya dike.

Li gorî gotina Safiya wexta neviyên xwe temaşe dike, rojên wê yên ciwantiyê hatiye bîra wê. Lê heycaneke din a dayika Safiya heye, ew jî ew e ku niha bi awayeke azad û di nava qelebalixê de çanda xwe dijîn.

Dayika Safiya dibêje ku ew jî di ciwantiya xwe de diçûn dawetan, lê wê demê rêjîmê her tişt qedexe kiribû, niha dema ku di şertên azad de vê dîmenê dibîne, gelekî kêfxweş dibe.

ANHA/QAMIŞLO/SÎMA BIROKÊ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.