Disney pesnê “qatilê qirker” dide

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 5 Tîrmeh 2023 - 01:19

  • Komîteya Ermenî-Emerîkî (ANCA) kampanyayek da destpêkirin li dijî vê projeya Disneyê û dibêje, “Disney pesnê qatilekî qirkerek dide”. 

Disneyê da zanîn ku ew xwe amade dike rêzefilmekî li ser damezrênerê dewleta Tirk Mustefa Kemal Ataturk biweşîne. 

Niha gelek kom, nexasim jî Komîteya Ermenî-Emerîkî (ANCA) kampanyayek da destpêkirin li dijî vê projeya Disneyê û dibêje, “Disney pesnê qatilekî qirkerek dide”. 

Navê rêzefilmê Disneyê Ataturk e û Disney plan dike ku tam jî di sedsaliya ragihandina Komara Tirkiyeyê de biweşîne yanî di 29´ê Cotmeha 2023´yan de. Piştî weşandina trailera rêzefilmî, ANCA´yê di cih de got, ev pesndana “qatilekî qirker” e. 

ANCA balê dibe ser qirkirina ku êdî ji DYE´yê heta bi Brezîlya, Fransa û Elmanyayê fermî hatiye qebûlkirin a li dijî Ermeniyan û dibêje, ev rêzefilm bêrêzî ye li hemberî mexdûran û saxfilitiyan jî.

Rola Mustafa Kemal a di qirkirina Ermeniyan de zêde zelal nebe jî, rola wî di înkara qirkirinê de sereke ye. Lê rola Mustafa Kemal di qirkirina Kurdan de hem di warê biryarê de û hem jî di warê birêvebirinê de sereke bû. Lê hîna li ser rêzefilmê Disneyê Kurdan ne xwe aciz kiriye, ne jî daxuyaniyek daye.

Wêne: Disney

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.