- Navenda Stêra Zêrîn ku her sal piştî betlaneya dibistanê dewreyên enstrûman, stran û şanoyê didin, bi şahiyekê bidawî bû.
Navenda Stêra Zêrîn ku her sal piştî betlaneya dibistanê dewreyên enstrûman, stran û şanoyê didin, bi şahiyekê bidawî bû.
Navenda Stêra Zêrîn ku her sal piştî betlaneya dibistanê dewreyên enstrûman, stran û şanoyê didin, îsal jî di 1’ê Hezîranê de dewreyek li ser navê Şehîd Şoreş Arjîn bi tevlîbûna 160 xwendevanan dan destpêkirin. Dewreya ku sê mehan domand û îro bi şahiyekê bidawî bû.
Şahiya derçûna xwendevanên Navenda Stêra Zêrîn li Parka Şehîd Aryen Cûdî bi tevlîbûna xwendevan û malbatan ji bo tevahî şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Navenda Stêra Zêrîn axaftina vekirinê Bêrîvan Aşan kir.
Bêrîvan diyar kir ku ger ew di nava şert û mercên wisa de bikaribin di aliyê hunerê de zarokên xwe perwerde bikin, ev kêfxweşiyekî mezine û got: “Weke Navenda Stêra Zêrîn em her sal di bêhndana havînê de perweredeyê li ser enstrûman didin. Perwerdeya me ne tenê li ser enstrûmanane, em perwerdeyên îdeolojîk, şano, stran û hwd. jî didin. Em vê dewreya perwerdeya Şehîd Şoreş Arjîn diyarî Rêber Apo dikin.”
Her wiha piştî axaftinê ji daxuyaniya Navenda Çand û Huner a Mexmûrê ji aliyê Hevberdevka Navenda Çand û Hunera Mexmûrê Çîdem Bilehî ve hate xwendin.
Perwerde hîmê bingehîn ê civakê ye
“Pêvajoya ku em têde derbaz dibin çiqasî girînge, ewqas jî girane. Rojhilata Navîn ku her tim bûye cihê talan û wêranê, herî zêde bûye cihê şer û êrişên li ser çand û nasnameya gelane ku heta roja me ya îro jî kaosa herî mezin bixwere anîn. Em jî wek civaka Kurd bi hizir û ramana Rêber Apo berxwedaniya xwe hîn mezirtir dikin û hebûna xwe îsbat dikin.
Di dirêjiya 50’î salan de me gelek qehereman û fermandar şehîd dan, di kesayeta Şehîd Emîne, Şehîd Adil û Şehîd Sofî de hemû şehîdên rêya azadiyê bibîr tînin. Weke zarok û ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji bo em bibin layîqê rêya wan, bi ramanên wan em xwe perwerde dikin. Weke Navenda Stêra Zêrîn ku her sal di werza havînê de perwerdeya çand û enstrûmanan didin zarok û ciwanan. Em ber bi perwerdeya çand û zanistî ve diçin ji bo wê em weke Stêra Zêrîn dewreya perwerdeya Şehîd Şoreş Arjîn diyarî Rêber Apo û hemû şehîdên Kurdistanê dikin. Perwerde hîmê bingehîn yê civakê ye, her der ji bo me cihê perwerdeya çand, huner û zimane, em di jiyana hemû xwendevanan de serkeftinê dixwazin.”
Piştî daxuyaniyê xwendevanên ku mezûn bûne, bi stran û govendên xwe yên xweş malbatên xwe coşandin. Herî dawî xwendevanên ku mezûn bûne yek bi yek belgeyên xwe girtin. ROJNEWS/MEXMÛR