Mîrasa Kurdî bi klîpan nîşan didin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 18 Îlon 2025 - 16:10

  • Hunergeha Welat bi navê ˋVê Carê Rast eˊ klîbek bi beşdariya komek hunermend û afirîneran weşand. Ev klîb reseniya mîrasa Kurdî nîşan dide.

Hunermend Qasim Şiro, endamên rêveber û hunermendên Hunergeha Welat, Şêro Hindî, Mehmûd Berazî cihê xwe di amadekariyên klîbê de girtin. Rodir Dimilî derhêneriya klîbê kiriye û Îvan Hindî muzekjeniya klîbê kir.

Hunermend Sîham Silêman, Rokistan Şemdîn, Rewan Temo û dayîkên aştiyê jî cihê xwe di klîbê de girtin. Mihemed Musa, Welat Seîd, Aytan Şêxî bi alîkariya Ciwan Hindî klîB kişandin, montaj jî ji aliyê Rodir Dimilî ve hate kirin.

Koma muzîkê ya klîbê ji Hozan Wezîr, Danyar Tac, Yusif Osman pêk hat. Berhemdariya klîpê jî Idrîs Mihemed e. Comerd Hesen jî, berpirsê aliyê malî bû.

Klîb, dengbêjiya kurdî û giyanê hevgirtina civakî rave dike û ji bo wefadariya bîranîna şehîdan û fedakariyên wan hate çêkirin. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.