‘Bîra Bîra Min’ bi Kurmancî bixwînin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 9 Cotmeh 2024 - 00:56

Weşanxaneya Avestayê pirtûka bi navê “Bîra Bîra Min” ya Gérard Chaliand çap kir. Pirtûk ji hêla Fawaz Husên ji Fransî hatiye wergerandin. 

Gérard Chaliand di pirtûkê de dibêje dem dema bibîranînê ye û wiha pê de diçe; “Aniha ku hemû mirine, dem dema bibîranînê ye. Ez bixwazim nexwazim, ez dûndeyê
miletekî qirkirî me, dûndeyê welatekî ku tiştek nemabû ji ser nexşeyên cîhanê bihata
dûravêtin. Demeke dirêj rihê min ji rûyên wan jinepîran diçû, jinepîrên bi reş pêçayî ku
hema rojên berê, rojên malwêraniyê, dubare dikirin.
Berbang wê bê gava berbang ji min re nemîne. Aram, hesp û mehînên dinyaya kevin li
binçengên deştê diçêrin.”

Gérard Chaliand helbestvan e û pisporê jeopolîtîkê û şerên gerîlayî ye û li cîhanê pir
navdar e. Wî demeke dirêj nexwest barê komkujiya ermenan a sala 1915
’an bide ser
milê xwe, komkujiya ku malbata wî, ji aliyê bavê wî, hat qetl û qirkirin. Ev çîrok Bîra bîra min di navbera salên 1978’an û 2002’an de hat nivîsandin û ew bi dehên zimanan derketiye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.