• Derketibû holê ku Elmanya ji sala 1994´an ve agahiyên li ser komeleyên Kurd û endamên wan bi awayekî otomatîk ji îstîxbarata navxweyî û polêsê federal ê krîmînal re dişîne.

Dayreya Xizmetên Zanistî ya Parlamena Federal a Elmanyayê got, ti bingehê qanûnî nîne ji bo wê yekê ku agahiyên li ser komeleyên Kurdan û endamên wan bi awayekî xweber ji îstîxbarata navxweyî ya Elman (BfV) û polêsê federal (BKA) re bên şandin.

Derketibû holê ku Elmanya ji sala 1994´an ve agahiyên li ser komeleyên Kurd û endamên wan bi awayekî otomatîk ji îstîxbarata navxweyî û polêsê federal ê krîmînal re dişîne. Ev kirina hanê jî disipartin giştînameyeke wezareta naxweyî, ya ku li ber destê tikesî nîne û li ber destê wezaretê jî nîne. Bi vê jî derketibû holê ku dewleta Elman qederê 30 salan e ku Kurdan li Elmanyayê bi rengekî neqanûnî fîş dike, navên wan qeyd dike.

Derketibû holê ku di nava van sê salên dawiyê de agahiyên 209 komeleyên Kurdan dane yekîneyên îstîxbarî û yên polês. Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbulut xwest ev yek tavilê bê bi dawîkirin û wê bi Dayreya Xizmetên Zanistî ya Parlamena Federal a Elmanyayê (WD) da piştrastkirin ku ev kirina Elmanyayê li dijî hiqûqê ye. WD li cem parlamenê weke merciha pispor tê qebûlkirin. WD’yê di rapora xwe de got, “Giştenameyeke ku Wezareta Karên Hundir a Federal jî amade bike, nikare bibe sedema sînordarkirina mafên sereke.”

Parlamenter Akbulut li ser vê xwest berhevkirina agahiyên komeleyên Kurdan û endamên wan bê bidawîkirin. Akbulut her wiha bi bîr xist ku hin ji van agahiyan bi îstîxbarata Tirk MÎT´ê re jî hatibûn parvekiirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN