Bingeh divê Kurdî be

Nûçeyên Çand/Huner

În 14 Cotmeh 2022 - 05:28

  • Xwediyê Weşanxaneya J&J’ê Azad Zal dibêje, mirov bi zimanekî biyanî bingehê perwerdehiyê deyne, ew ê nikaribe xwe jê xelas bike. Bi ya wî biryareke radîkal û qutkirinek hewce ye. Ji bo vê jî ew vê pêşniyazê dike: Divê her Kurd wexta çû malê Tirkî, Erebî û Farisiya xwe deyne aliyekî û serê xwe vala bike.

Nivîskar û xwediyê Weşanxaneya J&J’yê Azad Zal dibêje, ziman hemû hem xwedî avantaj û hem jî xwedî dezavantaj in, lê tu rabî bi zimanekî biyanî bingehê perwerdehiyê deynî, tu yê nikaribî xwe jê xelas bikî: "Divê her kurd wexta çû malê Tirkî, Erebî û Farisiya xwe deyne aliyekî û serê xwe vala bike.”

Azad Zal dibêje, di dîroka gelan de tişta herî giring ziman e û gel yan jî netewe, zindîbûna xwe bi ziman derdixin holê. Ji bo zimanê Kurdî ew dibêje, ji ber ku zimanekî kevnar e û zimanekî bingehîn e di nava zimanên Arî de gelekî xurt e: "Her wiha ji ber ku xurt e, zêde nikarin zorê li ser zimanê Kurdî bikin. Beriya netewe-dewletan, problema zimanan bi hev re tine bû. Ji ber ku ziman têkiliya danûstandinê ye. Em di dîrokê de dibînin ku gelek caran hewl dane ku Kurdan bindest bikin. Lê ji ber ku Kurd bi aliye çand, huner, ziman wekî din, gelekî dewlemend bûn, nekarîn li ser Kurdan desthilatiyekî ava bikin. Gava Tirkiye hatiye avakirin, ziman hemû tine hatin hesibandin. Ji ber ku cîhanê jî Kurd tine dihesibandin, Komara Tirkiyeyê jî hewl da ku hem bi fizîkî hem jî bi çandî, zimanê Kurdan tine bike." 

 

Şînbûna li ser koka xwe

Azad Zal dibêje, dewleta Tirk tişta karî tine bike, îmha kiriye û wiha dewam dike: “Piştî vê hewldanê, li Serhildana Agiriyê gotin, me Kurdistan û hebûnên Kurdistanê hemû li vir defin kirin. Gelek dagirker hatin û çûn nekarîn tiştekî li Kurdan bikin. Çi qas tine were hesibandin jî Kurd dîsa li ser koka xwe şîn dibin. Li ser Serhildana Agiriyê dîsa Kurd şîn bûn. Kurd û kurdewarî parçe nebûn. Li aliyê başûr, rojhilat, rojava û Kurdên ku ji ber zilmê welatê xwe terikandin çûn li derveyî welêt çanda xwe parastin. Ji ber ve yekê, Komara Tirkiyeyê mecbûr ma pê re şer bike. Hem tine dihesibîne hem jî pê re şer dike. Li hêla rojava, başûr û rojhilatê dewletên serdest hebûna Kurdan qebûl dikin. Lê bi ti awayî sîyasî qebûl nakin. Heger ji destê wan were, dê Kurdan qetil bikin. Lê li Tirkiyeyê bi ti awayî Kurd nayên qebûlkirin. Pê re şer dikin, lê ti navan lê nakin.”

 

Asîmîlekirina bi teknolojiyê

Azad Zal tîne ziman ku bi bipêşketina teknolojiyê re amûrên danûstandinê, rojname û pirtûk jî bi pêş ketine û got, "Di dawiya sedsala 20’an de tora ragihandinê derket û vê xeterên du alî bi xwe re anîn. Gava radyo derketin, gelek Kurdan li ser radyoyan bi hev hesiyan. Her wiha televîzyon derketin û di salên 1994-95’an de Kurdan Med TV ava kir, gelek kes bi vê kanalê bi hev hesiyan. Heman tişt ji bo wan kesên ku bixwazin te tine bikin jî heye. Bi hevkariya teknolojiyê tên dikevin nava te û te asîmîle dikin. Bi heman tiştî tu dikarî xwe biafirînî û dîsa bi heman tiştî dikarin te tine jî bikin. Sedsala 20’an ji bo me sedsala xweparastinê bû. Ji ber vê yekê pêwîst e em zedetir ziman, çand, hunerê xwe biparêzin. Berxwedaneke di vî warî de ji bo me pêwîst e." 

 

Dibistana Azadiya Welat

Azad Zal dibêje, ji ber qedexekirin û tinehesibandinê, Kurdan keysa xwe linivîsînê neaniye: "Serê sedsalê dest bi çapkirinê hat kirin. Li Qefqasyayê, li vir bi dizî, di sala 1898’an de li Misrê rojnameya Kurdistanê dest bi weşanê kir. Lê ji ber ku gelek qedexe hebûn, xelkê bi zorê xwe digihand van tiştan. Raya giştî nedikarî bi dest bixe.” 

Azad Zal li ser têkoşîna Kurdan, partiyên wan dibêje, ji bo propaganda û danasîna xwe hinkî legal hinkî jî îllegal dest bi xebatan kirine û vê jî bi xwe re hem weşangerî hem jî berhemên kovar, rojname, pirtûk û bulten anîne: “Li Bakûr kovara Rewşen pêşiyê derket, rojnameya Azadiya Welat derket, înstîtû ava bûn. Bi sedema vê yekê weşanxane ava bûn. Van weşanxaneyên legal di nava gel de jî cih girt. Piştî tevahiya van derfetan rojnameya Azadiya Welat derket û bû dibistan. Înstîtûya Kurdî êdî bû warê lêkolînan. Nivîskar gihîştin hevdu û hev nas kirin. Kesên dixwastin bi Kurdî binivisînin xwe gihandin Azadiya Welat.”

 

Pirtûkên akademîk kêm in

Azad Zal balê dibe ser pirtûkên akademîk ên bi Kurdî û dibêje, “Problema Kurdî ya herî giring û mezin ew e ku pirtûkên akademîk kêm in. Ji ber ku Kurdî demeke dirêj e neketiye qada perwerdehiyê. Her çi qas li Başûr di serê sedsalê de dest bi perwerdehiyê hatibe kirin jî, mixabin perwerde bi sînor maye. Qada zanistê bi Erebî bûye. Li Îranê qada zanistê bi Farisî ye. Tenê sînor hene û li gorî wan sînoran tu dikarî binivîsînî. Li Başûr jî heman tişt heye. Ev problemeke me ya mezin e. Bingehê avakirina sazî û dezgehên me, esas perwerdehî ye. Ji ber ku perwerdehî bingehî ava dike.”

 

Rojava weke modeleke serketî

Xwediyê Weşanxaneya J&J’yê Azad Zal di dawiyê de Rojava wekî şensekî gelekî mezin dinirxîne û dibêje, “Li Başûr ji ber ku nîv dewlet e, zimanê Erebî li dibistanan bingehîn e. Pejirandinek heye. Ji ber vê yekê qutbûn çênebû. Ji ber ku hêj Başûr di bin bandora Erebî de ye û bi nermayî derbas dibe. Li Rojavayê jî şoreşek çêbû. Gotin, em ê bingehê xwe bi Kurdî çêkin. Vegûherîneke radîkal çêkirin. Ev tişt pirr muhim bû. Ev tişt bi hişmendiyeke şoreşgerî, kurdewarî, bipêşketî li Rojavayê derket meydanê. Ev bû modelek ji bo Bakur, Başûr û Rojhilatê jî û hewce ye em vê modelê esas bigirin. Rast e, zehmetî jî hene. Ji ber ku ziman hemû, avantajên xwe, dezavantajên xwe jî hene. Tu bi zimanekî biyanî bingehê perwerdehiyê deynî, tu yê nikaribî xwe jê xelas bikî. Li vir biryareke radîkal û qutkirinek hewce ye. Pêşniyazek ji bo Kurdan hemûyan: Divê her Kurdê bi Tirkî zane, wexta çû malê bila Tirkiya xwe ji bîr bike, Erebî, û Farisiya xwe deyne aliyekî û serê xwe vala bike.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.