Binesaziyê tine dikin

Pêncşem 24 Mijdar 2022 - 01:29

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, û Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde kirin, Doh nexasim jî li dijî binesaziya herêmê êrişên dewleta Tirk zêde bûn. Seroka Komîteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li ser van êrişan got, Tirkiye êrişê dibe ser binesaziyên herêmê yên ji bo misogerkirina jiyana 5 milyon mirovên herêmê. Îlham Ehmed got, dewleta Tirk wan ceza dike ji ber ku tevî şert û mercên zehmet jî welatê xwe bi cih nahêlin.

Îlham Ehmed ji ajansa nûçeyan North Press re peyivî û her wiha rexne li çapemeniyê irt ji ber ku ew aliyê insanî yê van êrişên dewleta Tirk yan nabîne, yan jî kêm dibîne.

Îlham Ehmed ji Nord Presse re got, “Tirkiye serweriya welatekî cîran binpê kiriye û binesaziya wê xira kiriye, û îdîa dike ew ewlekariya neteweyî diparêze, tevî ku tevahiya çapemeniya Ereban û yên biyanî wê weke dewleteke xurt nîşan didin.”

Îlham Ehmed rexne li helwêsta welatên garantor Rûsya û DYE´yê jî girtin û got, “Dewleta Tirk hewl dide dorê li me bigire û me tine bike, bi tevahiya amûrên muhtemel; gelek caran jî berjewendî dibin ya asayî”. 

 

Hêzên garantor bi erka xwe ranabin

Îlham Ehmed got, ew bawer dike, dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide ku tawîzan di meseleyên din de ji hevgiran bigire. 

Îlham Ehmed ji bo tratejiya xwe ya avakirina hevkarî û hevgirtinên xurt ên navneteweyî jî wiha rave kir: “Em stratejiya xwe ya avakirina hevkarî û hevgirtinên xurt ên naveneteweyî dewam bikin. Em ji heqiya doza xwe bawer dikin. Û em ê xwe bi derfet û amûrên berdest hemûyan li dijî êrişan biparêzin.”

 

Têkiliyê wê jinê bi DAIŞ'ê re 

Îlham Ehmed ji Nalîn Elî ya ji Nord Presse re herî dawî got, êrişa Stenbolê beirya civîna G-20´ê ne tesaduf bûye, û Tirkiyeyê ji bo êrişên xwe yên li dijî Rojava ev teqîn kiriye hincet.

Elaqedarî heman meseleyê Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî ji Al-Monitor re gotibû, jina ku bombe li Stenbolê, li Taksîmê teqnadiye, yanî Ehlam El-Beşîr, sê birayên wê di nava refên DAIŞ´ê de şer kirine û hatine kuştin. Bi vê awayî jî têkiliya wê ya bi DAIŞ´ê re jî têra xwe eşkere bûye. 

  

Êrişên ji doh ve

Bombardûmana dagirkeran a li dijî Rojavayê Kurdistanê bênavber dewam dike. Ji 19´ê Mijdarê ve, hêzên dewleta Tirk a dagirker, xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binesaziya herêmê bombe dike. Dewleta Tirk a dagirker dih jî bênavber bombardûmanê li ser dehan gund û bajaran dewam kir.

Li gundê Zêdiyê yê navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê, saet 13:30'î bi balafira bêmirov a bombebarkirî êriş hate kirin. Di encamê de 2 gundî birîndar bûn.

Li Qamişloyê bi balafira bêmirov a bombebarkirî êriş li ser wesayiteke sivîl hate kirin. Hate ragihandin ku di encamê de 3 kes birîndar bûne. 

Gundên Siwidikê û Alîaxa yên Dêrikê jî pêr bi şev ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin.

Li Til Temirê, nuqteyeke hevpar a QSD û Rûsyayê bi balafira keşfê ya bombebarkirî hate bombekirin. Di dema dewldana rizgarkirina birîndaran de, careke din êriş hate kirin. Di encama êrişa duyemîn de 2 şervanên QSD'ê birîndar bûn. Encamên êrişa yekem nehatin zanîn, li gorî hin çavkaniyên cihî 4 şervanên QSD´ê birîndar bûne.

 

Êriş li dijî binesaziya sivîl in

Binesaziya navenda bajarê Qamişloyê hate bombekirin.

Gundê Himo yê li rojavayê Qamişloyê û gundê Til Zîwan ê li rojhilatê bajêr saet di 12:30'î de hatin bombekirin. 

Li gundê Girholê yê li rojhilatê Çilaxayê ku ser bi Kantona Qamişloyê, bombe li stasyona petrolê ya Dîcleyê hate barandin.

Di encama êrişê de endezyar Yasir Setam û Ebdulkerîm Ebdo birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Girkê Legê û Qamişloyê.

Li nêzî gundê Mela Ebas ê li Qamişloyê, stasyonoa petrolê ya Zerabeyê hate bombekirin.

Bi heman rengî stasyona petrolê ya Seîde ya li gundê Girdîmê yê 10 kîlometreyan li bakurê Tirbespiyê jî hate bombekirin.

Li rojhilatê navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişoyê qada petrolê ya Ewdayê careke din hate bombekirin. Serê sibehê qada petrolê herî kêm sê caran hate bombekirin.

Herdu stasyon weke depoya petrolê dihatin bikaranîn.

Li gorî çavkaniyên cihî, li pêş çavên hêzên Rûsya û DYE'yê, qadên petrolê yên li Tirbespiyê hatin bombekirin.

Stasyona Seîde di heman demê de stasyona herî mezin a petrolê ya li Kantona Qamişloyê ye.

Balafirên şer ên Tirk navenda genim a li rojhilatê Tirbespiyê û gundê Şelhomiyê yê li bakurê navçeyê bombe kirin. 

 

Wesaîta karkeran bombe kirin

Balafirên şer li başûrê Tirbespiyê bombe li wesayiteke karkeran barandin. Di êrişê de Ebdurehman El Ehmed, Îbrahîm El Mihemed, Ebdulmunim Xelîfe û Ziyad El Hebîb birîndar bûn. Karkerên birîndar birin Navenda Heyva Sor a Kurd.

Gundê Til Hemdûn ê li rojavayê Amûdê, gundikê Ezedîn Çolî doh saet di 12:00´an de hatin bombekirin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Elî Axa yê Til Koçerê 4 caran bombe kirin. 

 

1300 bombe li Şehba û Efrînê barandin

Di nava 24 saetan de ji pêr nava rojê heta doh nava rojê zêdeyî hezar û 300 top, obus û tank li herêma Efrînê ketin.

Dagirkeran li Kantona Şehbayê êriş birin ser 14 herêman, li Şerayê 7 herêm û li Şêrawayê jî 5 herêm hatin bombekirin.

Sibeha Çarşemê jî êrişan dewam kir. Bi dema herêmî saet di 08:40'î de dewleta Tirk a dagirker gundên Til Medîq û Til Cîcan ên Kantona Şehbayê û Bendava Şehbayê bombardûman kir. Nêzî 30 topên obusê li gundan ketin.

Doh gundên Xirnêta, Hesecê û Samuqa yên Şehbayê careke din hatin bombekirin.

Doh sibehê taxa Sînaaya ya Til Rifetê hat bombekirin.

Di heman demê de gundê Xirab Eto yê Kobanê bi rengekî giran hat bombekirin.

Li Dêrikê êrîşa hewayî, Eyn Îsa jî bi bombeyên qedexe hatin bombekirin

Dewleta Tirk a dagirker êrîşeke hewayî bi ser gundekî Dêrikê û bombeyên qedexe avêt rêya Eyn Îsa û M4’ê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.