Binçavkirina Îmamoglu tolhildan e
Pêncşem 20 Adar 2025 - 03:20
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan binçavkirina Ekrem Îmamoglû, rojnameger û şaredarên navçeyan şermezar kirin. Navenda DEM Partiyê jî diyar kir ku binçavkirin tolhildana li dijî lihevkirina bajêr e.
Polîsan di saetên serê sibehê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yê CHPî jî di nav de gelek kes binçav kirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku Ekrem Îmamoglû ji ber îdiayên “Rêveberiya rêxistina sûc”, “endamtiya rêxistina sûc”, “bertîl”, “şêlandina biwesf”, “daneyên şexsî bi awayekî derhiqûqî bi dest xistiye” û “Di îhaleyê de hîle kiriye” hatiye binçavkirin. Di daxuyaniyê de têkildarî operasyonê agahî hatin parvekirin û ji bo Ekrem Îmamoglû pênaseya “rêveberê rêxistina sûc” hat bikaranîn.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li ser hesabên xwe yên Xê bertek nîşan dan.
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku binçavkirina Ekrem Îmamoglû, rojnameger û şaredarên navçeyan nayê qebûlkirin û ew red dikin. Tulay Hatîmogûllari, binçavkirin weke operasyoneke siyasî nirxand û got ku rageşiya civakî ya li Tirkiyeyê bêhtir pêş dixe.
Tuncer Bakirhan jî operasyona li dijî Ekrem Îmamoglû, rojnameger û şaredarên navçeyan êrişeke aşkera ya li dijî demokrasî û îradeya gel e. Tuncer Bakirhan, anî ziman ku weke DEM Partiyê ew bi îradeya gelê Stenbolê re ne û xwest Ekrem Îmamoglû û binçavkiriyên tavilê bên berdan.
DEM Partiyê daxuyanî da
Lijneya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê jî têkildarî binçavkirina Ekrem Îmamoglu û kesên din daxuyanî da û wekî tolhildana li dijî Lihevkiran Bajar pênase kir. MYK'a DEM Partiyê da zanîn ku ev binçavkirin li dijî siyaseta demokratîk û hevkariya siyasî ya Lihevkirina Bajarê û bi vê yekê Lihevkirina Bajar dikin armanc.
AW/NAVENDA NÛÇEYAN