Rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê heroj Kurdan dike binçavan û digre. Li bajarê Urmiyê, roja 15’ê Tîrmehê jinek bi navê Lalîxan Nîkniya ya xelkê gundê Hekê ya bi ser devera Tirgewer, ji aliyê hêzên rejîmê ve hate binçavkirin. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, hêzên rejîmê bêyî ku belgeyekê nîşan bidin, bi ser mala wê de girtine û ew kirine binçavan. Hate diyarkirin ku Lalîxan Nîkniya bi îdîaya pêwendiya xwe li gel partiyên dijî rejîma Îranê heye, hatiye binçavkirin. Hêjayî gotinê ye, Lalîxan dayîka 4 zarokan e. Heta niha derbarê aqûbeta Lalîxanê de ti agahî bidest neketine.

Herwiha zarokekî 14 salî yê bi navê Muhsin Şaboyî, ji gundê Şawane yê bajarê Şino, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye binçavkirin. Hêjayî gotinê ye, Muhsin Şaboyî, biraziyê Siyabend Şaboyî ye ku endamê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê bû ku roja Sêşema borî, li Hewlêrê ji aliyê hêzên rejîma Îranê hate qetlkirin e. 

Li gorî agahiyên rêxistina mafê mirovan a Hengaw, roja duşemê, aktîvîsteke bi navê Beyan Ferecûllahî ya ji bajarê Sine, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin. Derbarê sedema binçavkirina Beyan Ferecûllahî de jî ti agahî bidest neketin.

Roja yekşemê jî hunermend û aktîvîstê çandî yê bi navê Riza Xoşnezer yê xelkê Bokanê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate binçavkirin. Hate ragihandin ku Riza Xoşnezer bi hinceta sirûdeke niştimanî ya bi navê ‘Weten’ gotiye, bi êşkenceyê hatiye binçavkirin û serlêdanên malbata wî jî bê encam mane.

NAVENDA NÛÇEYAN