Bîlançoya 10 rojan a êrişan
Sêşem 5 Îlon 2023 - 00:01
- Di nav 10 rojên operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de dagirkeran 28 gundên girêdayî Eyn Îsa, Til Temir, Qamişlo, Şehba, Minbic û Girê Spî topbaran û bombebaran kirine.
QSD’ê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û tora madeyên hişbir di 27`ê Tebaxê li herêma Dêrazor û rojhilatê Firatê operasyona bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” da destpêkirin. Ji destpêkirina operasyonê 3 saet şûnde dewleta Tirk êrişên nû yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkir. Di encama êrişan de ji heman malbatê 4 zarok û jinek şehîd ketin.
* Dewleta Tirk a dagirker destpêkirina operasyonê 3 saet şûnde gundê Um El Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.
* 28`ê Tebaxê dewleta Tirk a dagirker gundê El Şêx Elî yê bakurê Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.
* Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker 29’ê Tebaxê gundê Merenaz ê girêdayî navçeya Şerayê ya Efrînê bombebaran kir.
* Artêşa Tirk a dagirker 30’ê Tebaxê gundê Dirdara yê li bakurê navçeya Til Temirê topbaran kir.
* 31`ê Tebaxê dewleta Tirk a dagirker gundê Dirdara yê Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.
* Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 1’ê Îlonê gundên bakur û rojavayê Minbicê Ewn Dadat, Muhsenlî, Ereb Hesen, Um Cilûd, Seyade û Dendeniyê êriş kirin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êriş têk birin. Di encama êrişan de ji heman malbatê 4 zarokên bi navê; Amir Xalid El Ferc (15), Amir Fehed El Ferec (10), Malik Fehed El Ferec (18), Zeyneb Mihemed El Ferec (14) şehîd bûn. Li gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê jî kesê bi navê Bozan Hisên (40) birîndar bû.
* Dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê 2’ê Îlonê êrişî gundê Gozeliyê yê li hember rêya M4 û gundewarê rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.
* 2 Îlonê artêşa Tirk a dagirker gundên bakur rojhilat û bakur rojavayê bajarê Minbicê topbaran kir. Li gundên Til Refî (li bakur rojhilatê Minbicê), Dendeniyê (li bakur rojavayê Minbicê) ji ber topbaranê hejmareke welatî birîndar bûn.
* 2`ê Îlonê balafireke bê mirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya giştî ya di navbera Girkê Legê û Dêrikê li nêzî çerxerêya gundê Dugirka wesayîtek bombebaran kir.
* Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2’ê Îlonê gundê El Huriye yê rojavayê kantona Girê Spî topbaran kir.
* Dewleta Tirk a dagirker 2’ê Îlonê gundê Şêx Îsa yê kantona Şehbayê topbaran kir.
* Di saetên dereng yên 2`ê Îlonê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî gundên Minbicê kirin. Di encama êrişan de çeteyan bi ser mala kesê bi navê Mihemed Îbrahîm El Hac Ebdullah a li Mezraya Mehmûd de girt, bi kêrê êrişî jina bi navê Fatme El Hac Mihemed El Xilêf (70) kir. Di encamê de jina 70 sali hate qetilkirin û hevjîna kurê Mihemed Îbrahîm El Hac Ebdullah giran birîndar bû. Her wiha 2 birayên malbatê; El Hac Ebdullah û birayê wî Ehmed revandin.
* 3`ê Îlonê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ii bejahî êrişî gundên Tawila, Til Tewil û Xemsîn ên girêdayî Til Temir kirin. Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê jî bersiv da û şer qewimî.
* 3`ê Îlonê artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bejahî êrişî gundê Sigêro yê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê û rojavayê gundê Tirwaziyê kirin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bersiva êrişê dan û şerekî dijwar rû da. Di encama şer de çeteyek hat kuştin û yekî din jî birîndar bû. Çeteyan di heman demê de noqteyeke hêzên hikumeta Şamê kirin hedef. Di encamê de leşkerekî rejîma Şamê hat kuştin û yek jî birîndar bû.
* Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3`ê Îlonê êrişî gundê Tawîla, Til Tewîl, Gozeliyê û Xemsîn kir. Di encama bersivdayîna şervanan de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Heman demê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê kirin hedef. Di encamê de bi kêmanî 5 leşkerên Şamê hatine kuştin. Di encama bersivdayîna êrişan de zêdetirî 10 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
* 3`ê Îlonê çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundên Sigêro, Xirbet El Buweyda û Fatsa yên rojhilatê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir. Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku li rojhilatê Eyn Îsayê 7 çete hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne.
* 3’ê Îlonê çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî gundê Bobê yê bajarokê Zirganê kir. Di encama bersivdayînê de 2 çete hatin kuştin.
* Dewleta Tirk a dagirker 3’ê Îlonê êrişî gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran kir.
* Artêşa Tirk a dagirker 4’ê Îlonê gundewarên rojhilat û rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.
NAVENDA NÛÇEYAN