Bila parlamen xwe fesix bike
Duşem 30 Gulan 2022 - 21:45

- Komek siyasetvan û qanûnnasên Iraqî, bi daxwaza fesixkirina Parlamena Iraqê û ji nû ve lidarxistina hilbijartinê, miracaetî Dadgeha Federal kirin.
Komek siyasetvan û qanûnnasên Iraqî, bi daxwaza fesixkirina Parlamena Iraqê û ji nû ve lidarxistina hilbijartinê, miracaetî Dadgeha Federal kirin.
28’ê Gulanê, komeke ji siyasetvan û pisporên qanûnê, bi armanca fesixkirina parlamena Iraqê, daxwaznameyek da Dadgeha Federal a Iraqê. Vê komê her wiha xwest hilbijartina parlamenê ji nû ve were kirin. Di daxwaznameyê de hat gotin: “Li gel hilweşandina parlamenê û ji nû ve lidarxistina hilbijartinê, divê Serokkomar û serokwezîr jî ji bo diyarkirina dema hilbijartina parlamenê û ya serokkomariyê ji niha ve werin erkdarkirin.”
Dadger Letîf Şêx Mistefa jî li ser hesabê xwe yê fermî yê Facebook’ê li ser vê daxwaznameya ji bo dadgeha federal, got, “Divê Parlamena Iraqê were fesixkirin. Ji ber ku mohletên qanûnî binpê kirine, nekariye serokkomar hilbijêre û proseya siyasî xitimandiye. Lê desthilata dadgehê nîne parlamenê fesix bike.”
Letîf Şêx Mistefa diyar kir ku li gorî xala 64’an a destûra Iraqê, tenê parlamen dikare xwe fesix bike: “Divê ev daxwaz yan ji aliyê sêyan yekê parlementeran ve were pêşkêşkirin, yan jî serokwezîr bi rizamendiya serokkomar vê pêşkêş bike. Ev jî dive ji aliyê nîvê parlamenteran ve (165 parlementeran) were erêkirin.”
BEXDA















