Yekîtiya Hilbijêran a Başûrê Schleswigê (SSW) îsal li eyaleta Schleswig-Holsteinê ji bo ku namzetên xwe bişîne Berlînê dikeve hilbijartinê. Beşdariya SWW li hilbijartinên federal, di heman demê de beşdariya hindikahiyan ya piştî 60 salan e jî. SSW ji bo nûneriya hindikahiyên li ser sînorê bi Danîmarkayê re hatiye damezirandin. Ew têkoşîna xwe ji bo hindikahiyên Danîmarkî û Frîz dike. 

Ji ber helwêsta xwe ya eşkere ya di warê piştgiriya Kurdan de, KON-MED´ê biryar da ku destekê bide namzetên wê. Rêveberê Herêmî yê SSW Martin Lorenzen got, ew dixebitin da ku statuya Rojava bê qebûlkirin. Nexasim jî di pêvajoyên biryardayînê de cihdayîna hindikahiyan ji bo wan nimûneyeke baş e. Lê ew tehlûkeyên li dijî Rojava dibînin û dixwazin xweseriya wê di nava Sûriyê de bê qebûlkirin.   

Di meseleya çareserkirina pirsgirêka Kurd de jî Lorenzen dibêje, dewleta Tirk divê ji bo muzakereyên aştiyê Rêber Abdullah Ocalan muxateb bigire. Ew dibêje, ”Di hevdîtinên ji bo aştiyê de Ocalan, HDP û PKK divê miuxateb bin. Ji bo çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêka Kurd û demokrasiya li Tirkiyeyê, divê ev herdu mijar bibin ji xisûsên esasî yên siyaseta derve ya Elmanyayê.”

Sîlehan nefiroşin Tirkiyeyê

Martîn Lorenzen wekî din li ser firotina sîlehên Elman jî helwêsta xwe wiha diyar kir: “Firotina sîlehên Elman a ji bo Tirkiyeyê kir şerê çekdarî gurtir bibe. Nabe ku ev wiha dewam bike. Divê sîlehan nefiroşin dewleta Tirk a ku sîlehan li dijî miletê xwe û hindikahiyan bi kar tîne.”

SSW xwedî helwêsteke zelal e li dijî siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan û dixwaze qedekirina PKK´ê ya ji sala 1993´yan ve bê betalkirin.

Martin Lorenzen bi bîr dixe ku hewldanên wan ên beriya niha jî hebûn: ”Me Sibata 2020´an êo parlamena eyaletê ya Schleswig-Holsteinê me miracaetek kir. Me hingê xwest parlamen destekê bide hindikahiyan û qedekirina PKK´ê betal bike.”

Kurd komeke xweser in

Lorenzen dibêje, ew destekê didin her 5 pîvanên KON-MED´ê yên ji bo desteka ji bo namzetan. Yanî ji bilî xisûsên jor ew dixwazin Kurd li Elmanyayê weke komeke koçberan a xweser bê qebûlkirin. Sedema vê jî ew e ku hejmara Kurdan di statîkan de cih bigire û ew bi awayekî wekhev sûdê wergirin ji derfetan. Martin Lorenzen ji vê û wêde diçe û dibêje, “Kurd li Elmanyayê bi serê xwe hindikahiyek in û divê wisa jî bên qebûlkirin.”

KIEL