Di bomebarana dewleta Tirk de 13 êsîrên şer hatin kuştin. Dewleta Tirk idîa kir ku êsîrên hatibûn girtin hatine kuştin. Lê HPG`ê belgeyên xwe hemû nîşan dan û anî ziman çawa Artêşa Tirk êsîr kuştine.
Di vî warî de Pisporê Lêkolînên Aştiyê – Çareserkirina şer – London Dr. Azad Dîwanî peyivî û îşaret bi pêdiviya bi lêkolînê kir û xwest komîteya lêpirsînê biçe.
Azad Dîwanî diyar kir ku ew kes bi temamî leşker in û ne sivîl in, di operasyonên leşkerî de dema dixwestin fermandarên PKK'ê bikujin û agahiyên leşkerî bigrin êsîr hatin girtin û got: "Di demekê de ku dewleta Tirk êrişî Kurdistana Iraqê (Başûrê Kurdistanê) dikir ew kesane li herêma şer a li Kurdistana Iraqê (Başûrê Kurdistanê) hatin kuştin."
Azad Dîwanî xwest Komîteya Lêpirsînê biçe cihê bûyerê û got: "Heger Emerîka û dewletên rojavayî lêpirsînê der barê kuştina êsîran de bike, bawer nakim ku wê astengî hebin."
ANHA/QAMIŞLO