Bila Kurdî bibe fermî

Duşem 4 Adar 2024 - 00:50

  • Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Bêrîtan Guneş destnîşan kir qedexeya zimên tundiyek e, ji bo serkeftina zarokan divê mafê perwerdeya zimanê dayikê bê misogerkirin û sîstemeke nû ya perwerdeyê were danîn.

Endama Înîsiyatîfa Derûnnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ) Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê psîkolog Bêrîtan Guneş Altin ferzkirina perwerdeya bi zimanê Tirkî ya li ser zarokên li Kurdistanê weke ‘tundi’yekê bi nav kir û got,’’Jixwe weke tundiyeke mejî zimanê wan hatiye qedexekirin, di ser re tundiya fîzîkî jî li wan tê kirin. Axaftina bi Kurdî di asta dîtina tundiyê de tê pêşwazîkirin û ev yek dikeve mejiyê zarok. Bi rengekî travmatîk ji bo neyê binpêkirin timî hewl didin bi zimanekî cuda biaxive. Herî zêde ji bilêvkirina gotineke şaş ditirse û welê li zarok tê ku nikare xwe îfade bike. Mirov dema ku xwe bi zimanekî cuda îfade dike, li şûna tişta bibêje li ser şêweyê gotina wê difikire.’’

Asîmîlasyon dijî Peymana Zarokan e

Guneş bi bomdarî got,’’ Ji ber van sedeman zarok ji dibistanê sar dibin. Li Kurdistanê rêjeya terikandina dibistanê gelekî bilind e. Di bin navê perwerdeyê de li tundiya psîkolojîk rast tên û ev rewş li dijî Peymana Mafên Zarokan e. Di peymanê de tê destnîşankirin ku di her şert û mercî de divê sûda ji bo zarokan li ber çavan bê wergirtin. Mafên ku ji aliyê tevahiya cîhanê ve hatine qebûlkirin, çima bi destê zarokên Kurd, Suryan û Laz nakevin? 

Serneketina zarokan kêmasiya pergalê ye

Bêrîtan Guneş bi domdarî bal bire ser polîtîkayên asîmîlasyonê, diyar kir rojeveke wan a sereke ev e û got,’’Em psîkologên Kurd, DER-MEZ'ê em hewl didin timî li ser vê yekê bisekinin. Em dibêjin, wernegirtina perwedeya bi zimanê dayikê bandorê li li tevahiya jiyana zarokan dike. Vê yekê nakin, lê belê dibêjin ku li Kurdistanê serketina akademîk kêm e. Ev ne surprîz e. Em bi salan e dibêjin, zarokên ku nikarin bi zimanê dayikê perwerdeyê werbigirin ji aliyê serketina akademîk, adaptasyona dibistanê û hurmeta kesayetiya akademîk ve kêm dimînin. Li gel pirsgirêka baweriya bi xwe her wiha bandorê li paşeroja zarokan jî dike. Di nava van şert û mercan de ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ji zarokan hatiye standin, nabe ku zarok neserketî bêne îlankirin. Ev yek neserketîbûna sîstemê ye. Divê bi vî rengî bê nirxandin’’ û ji ber van sedeman xwsest ku pergala perwerdehiyê ya Tirk biguhere, heqê perwerdehiya bi zimanê zikmanî were naskirin.

ANF/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.