Bila koçberên li Domiz vegerin Rojava

Şemî 18 Îlon 2021 - 02:09

ENKS di pratîkê de siyasetên dijberiya Kurdan dimeşîne, lê navê Kurd li xwe dike. Ew 2012’an tevlî bereya çeteyan “Îtîlafa Sûrî” bû û hîna jî tê de ye. Heman îtîlafê destek da êrişên dagirkeriyê li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. ENKS hem aliyê Kurd parçe dike û hem jî dagirkeriyê rewa dike. Niha jî bi temamî ji bo rewakirina dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê kampanyayekê dimeşîne. Ew dixwaze koçberên Efrînê yên li Şehba vegerin Efrîna dagirkirî, bêyî ku garantiyeke NY´yê hebe. Di van sê mehên kampanyaya wê bi xwe de bi sedan welatî hatin revandin, êşkence li wan hat kirin û li gorî daneyên NY´yê 3 hezar û 500 kes tenê di nava Tebaxê de bi darê zorê ji Efrînê hatine derxistin.

Armanca dewleta Tirk jî ya ENKS´ê jî qirkirina Kurdan e

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê  (PDKS) Cemal Şêx Baqî li siyasetên ENKS’ê li herêmên dagirkirî ji ANHA´yê re peyiviye. Ew siyaseta ENKS´ê li ber siyasetên DAIŞ’ê digire û dibêje, “Dema DAIŞ’ê derket bi belavkirina dîmenên qetilkirinê û serjêkirinê şerê derûnî li dijî gelan bi kar anî. ENKS’ê jî bi rêya metoda neteweyî û bi behaneya parastina Kurdan dike, siyasetên DAIŞ’ê temam dike da ku planên dagirkeriya Tirk pêk bîne.”

Ji bo têkiliyên ENKS´ê bi çeteyan re ên ji mêj ve ew dibêje, “ENKS bi her gava xwe, pîlanên dagirkeriya Tirk temam dike, lê ev sûc xeternak in û mijara navneteweyî ye û di vê rêxistinên navneteweyî van pîlanan ji nêz ve bişopînin. Ji ber ku armanca ENKS’ê û dewleta Tirk qirkirina Kurdan e.”

Cemal Şêx Baqî dibêje, divê ENKS’ê li hemberî gelê xwe rêzdar be, ji xwe şerm bike û wiha dewam dike: “Ew nikare gelê Kurd bi rêya van derewan bixapîne. Heke ENKS bi rastî xeta neteweyî ya Kurdî dişopîne, çima di êrişên destpêkê yên çeteyan ên li dijî Serêkaniyê de 2012’an reviya, ma gelo ev xeta neteweyî ye?”

Dagirkeriyê rewa dike

Cemal Şêx Baqî bi bîr dixe ku li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, dewleta Tirk zêdetirî 750 malbatên Filistînî li kantona Efrînê ya dagirkirî bi cih kirine û wiha dewam kir: “ENKS bi rêya hemleyên xwe yên propaganda yên ji bo vegera şêniyên Efrînê li warên xwe, dixwaze doza dagirkirina Efrînê ji holê rake û dagirkirinê rewa bike, bi wê re doza koçberan bi dawî bike.”

Cemal Şêx Baqî dibêje, Efrînî li Şehbayê ne û ji welatê xwe bi dûr neketine: “Gelo dê ji hezaran penaberên li derveyî xaka Sûriyê re çi were gotin, mîna penaberên li kampa Domiz. Çima ENKS bang li wan nake ku vegerin warên xwe. Ji vê yekê eşkere dibe ku ew hewl didin kampên Şehbayê vala bikin da ku doza dagirkirinê bidin jibîrkirin. Heke ENKS’ê bi rastî dixwaze koçber û penaber li welatê xwe vegerin, divê li dijî dagirkeriyê serî hilde û heke nikare, divê bang li hêzên cîhanê bike da ku herêmeke ewle di bin çavdêriya NY’yê de were avakirin. Ji ber ku heke ewlehî li herêmê pêk nehat, çawa xelk wê vegere warên xwe?

Şêniyên Efrînê wek mêvan nikarin vegerin welatê xwe û nikarin vegerin warên xwe û çete di malên wan de ne û ew jî di kamp û avahiyên mêtingehiyê de bi cih bibin. Heke gotinên wan rast in, bila ji me re eşkere bikin ka çend welatiyên Efrînê yên vegeriyane di malên xwe de ne. Ev hemû derew û xapandin in. Zihniyeta ENKS’ê ji ya DAIŞ’ê ne cudatir e. Ji ber ku DAIŞ û ENKS destekê ji dewleta Tirk digirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.