Bila Iraq zarokên me li me vegerînin

Şemî 22 Adar 2025 - 03:10

Dayik û xizmên şervanên YBŞ’ê bang li Iraqê kirin, demildest zarokên wan teslîm bikin û gotin: “Divê dewleta Iraqê bizane, yê malbata xwe ji DAIŞ’ê parastiye û li berxwe daye, zarokên me bûn.’’

Artêşa Iraqê bi awayekî korsanwarî li navenda bajêr kemîn avêt pêş wesayîteke şervanên YBŞ’ê û gule li wan reşand. Piştî êrişê li gel şervanên birîndar kirine bi giştî 5 şervan girtin û heya niha jî weke dîl di destê xwe de digirin.

Malbatên şervanan axivîn û nerazîbûn nîşanî hikûmeta Iraqê didin û dibêjin, mûameleya li DAIŞ’ê nekirine li zarokên wan dikin û banga demildest serbestberdanê dikin.

Şêrîn Kemal a du biraziyên wê ketine destê artêşê wiha axivî: “Heya zarokên me neyênin em ê ji vir neçin. Hêvî dikim birîndar û şervanên me li me vegerînin. Em dixwazin artêşa Iraqê, zarokên me bi xweşî li me vegerînin. Eger ne ji saya wan ba, me nedikarî bi aramî li nava Şengalê  bimînin. Du ji wan biraziyên min in. Dema zarokên me bi destê balafirên Tirk şehîd dibin, dibêjin ne di destê me de ye. Lê niha ew bixwe şervanên me digirin.”

Dayê Zozan Simo ya kurê wê hatiye revandin jî nerazîbûn nîşanî artêşa Iraqê da û wiha peyîvî: “Hikûmeta Iraqê, zarokên ji fermanê heya niha li berxwedane, girt. Em naxwazin alozî rû bide û aramiyê dixwazin. Lê hikûmeta Iraqê dest daniye ser zarokên me. Kurekî min jî ji aliyê Iraqê ve hatiye girtin. Divê dewleta Iraqê bizane, yê malbata xwe ji DAIŞ’ê parastiye û li berxwe daye, zarokên me bûn.’’

Hêjayî bibîrxistinê ye şeva 19’ê Adarê artêşa Iraqê li taxa Yermûk a Şengalê seyareyeke şervanên YBŞ’ê xistine kemînê û di encama êrişa artêşa Iraqê de 3 şervanên YBŞ’ê birîndar bûne.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.