Çalakiya piştgiriya Asayîşa Êzîdxanê ya xelkê Şengalê, di roja xwe ya 51’ê de dewam dike. Berdevka TAJÊ, Sabîha Sebrî got, li gorî qanûnên Iraqê xweserî tê qebûlkirin, û pirsî ka çima Iraq li dijî destûra xwe tevdigere? Sabîha Sebrî got, ew ê teslîmyetê qebûl nekin.

Çalakî bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in” tê lidarxistin. Xelkê Şengalê kom bi kom diçe serdana konê berxwedanê û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.


Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Sabîha Sebrî li ser berxwedana Şengaliya got, li gorî destûra Iraqê, her netewe dikare li ser axa Iraqê xweser be: “ÇimaIraq li dijî destûra xwe tevdigere û bi polîtîkayên mijûlkirinê dixwaze me bê îrade bike. Civaka Êzîdî wê bi reng, çand û berxwedana xwe li ser axa xwe bijî. Ji ber ku beriya şeş salan qirkirinek fizîkî û çandî li ser gelê me pêk anîn. Piştî fermanê Êzîdiyan xwe li ser fikre azad, bi rêxistin kiriye û kes wê nekaribe fermanê bi serê Êzîdiyan de bîne.”

ROJNEWS/ŞENGAL