Bila encama otopsiya Rojînê eşkere bibe
Çarşem 13 Mijdar 2024 - 02:30
Bav û xwişka Rojîn Kabaîş diyar kirin ku ew gotin "întixarê" qebûl nakin û gotin:"Bila demildest encamên otopsiyê bên eşkerekirin û kesên keça min qetil kirine bên dîtin û cezayê herî giran li wan bê birîn."
Cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a ku di 27'ê Îlonê de li Wanê windabû, 18 roj şûnde li Taxa Molla Kasim a nêzî Gola Wanê hat dîtin. Kabaîş ku otopsiya wê ya ewil bi dawî bû, li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat definkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de biryara nepenîtiyê hat dayîn û rapora otopsiyê ya Rojîn Kabaîş hê nehatiye eşkerekirin.
Bavê Rojînê Nîzamettîn Kabaîş û xwişka wê Elîf Kabaîş axivîn û der barê mirina Rojînê de gumanên xwe anîn ziman.
Heta roja çû jî kêfxweş bû
Elîf Kabaîşê diyar kir ku xwişka wê hatiye kuştin û wiha got: “Xwişka min bi xwendina zanîngehê gelekî kêfxweş bû. Heta roja çû jî kêfxweş bû. Digot 'Ez bawer nakim, xeyala min pêk hatiye, ez diçim zanîngeha ku min dixwest biçimê.'"
Elîf Kabaîşê anî ziman ku dema mirov li vê rewşê dinêre xuya ye ku tê xwestin hin tişt bên veşartin.
Nîzamettîn Kabaîş bal kişand ser xebatên lêgerînê yên ku Walî û Cendirme jî tevlî bûn û got ku xebatên hatine kirin ne bes bûne. Ger lêgerîneke baş bihata kirin belkî Rojîn sax bûya."
Şîfreya telefonê
Nîzamettîn Kabaîş tiştên ku der barê telefonê de jê re gotine wiha rêz kir: “Polîsan ji min re got, me şîfreya telefonê şikandiye û li qeydên axaftinê nihêriye. Ji bilî malbata xwe bi kesî re neaxivye. Lê ji ber ku me nekarî şîfreya WhatsAppê bişkîne, me nekarî xwe bigihînin agahdariya li wir."
Di laş û çavên wê de birîn hebûn
Nîzamettîn Kabaîş agahiya bijîşkê ku otopsî kiriye got û wiha pê de çû: “Piştî otopsiyê bijîşk ji min re got, 'ne mimkûn e ku keça we 18 roj in di avê de bimîne. Ger wisa bûya, dê yekparebûna cenaze hilweşiya. Herî zêde 5 an jî 6 rojan di avê de maye. Di laş û çavên wê de birîn hebûn. Dibe ku kesekî ew demeke dirêj li cihekî girtibe, belkî ew ser jê kiribin û avêtibin avê.' Herî dawî li Taxa Mola Kasimê baxçevanekî cesedê Rojînê li qeraxê dît û bang li polîsan kir.
Hewl dan qetilkirinê veşêrin
Nîzamettîn Kabaîş anî ziman ku çapemenî û polîsan bi gotina 'xwekuştinê' hewl dan qetilkirina Rojîn veşêrin û wiha got: "Walî û Midûrê Polîsan hatin cem min û gotin 'Keça te xwe kuştiye.' Min got, 'Eger xwe kuştibe, çima cenazeyê wê 24 kîlometre dûrî wî cihê ku xwe lê kuştiye hatiye dîtin.'"
Bila encama otopsiya Rojînê eşkere bibe
Nîzamettîn Kabaîş xwest ku demildest encamên otopsiyê bên eşkerekirin û kesên keça wê qetil kirine bên dîtin û cezayê herî giran li wan bê birîn.
MA/ AMED