Bila doz bê betalkirin!
Çarşem 12 Çile 2022 - 22:15
- Li Elmanyayê ji xala Qanûna Ceza a Elman 129’ê Yilmaz Acîl ê Kurd jî tê dadgehkirin.
Li Elmanyayê ji xala Qanûna Ceza a Elman 129’ê Yilmaz Acîl ê Kurd jî tê dadgehkirin. Parêzerê wî ji bo ku doza li dijî wî bê betalkirin, miracaet kir.
Yilmaz Acîl li bajarê eyaleta Bayermê Augsburgê dimîne û 10’ê Îlona 2020’an di serdegirtineke polêsan de hatibû girtin. Li dijî wî ji xalên 129 a û 129b yên qanûna ceza ya Elman bi îdîaya “endametiya PKK´ê” doz hat vekirin.
Îdîanameya dozgeriyê bi xwe sosreteke ecêb e: Beşdariya bibîranîna Seyid Riza, ji Augusburgê birina flamaya bi wêneyê Seyid Riza, beşdariya bibîranînên komkujiyên Dêrsim, Mereş û Roboskiyê jî di nava delîlan de ne. Kirîna kulîlkan û heta paqijiya piştî çalakiyan jî weke sûc hatine bicihkirin.
Li Kurdistanê ji dayik bûm
Yilmaz Acîl 13´ê Nîsana 2021’ê hat tehliyekirin û ji hingê ve negirtî tê dadgehkirin. Rûniştina dozê ya pêşî doh li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Munchenê bi rê e çû. Yilmaz Acîl ji ber mubalexekirina tevdîrên qaşo ji bo ewlekariyê nerazîbûn nîşan da. Di dema tesbîtkirina nasnameyê de jî li ser pirsa dadger a “Ma tu li Tirkiyeyê hatî dinyayê” jî got, “Ez li Kurdistanê hatim dinyayê”.
Parêzerê Yilmaz Acîl, Yunus Ziyal got, doz ne hiqûqî ye û bi temamî bi ajoyên siyasî hatiye vekirin. Wî xwest doz bê betalkirin. Parêzer Ziyal got, “Sûc û binpêkirinên dewleta Tirk di wê astê de ne ku vê dozê betal bikin.”
Çav li rê ye, dozgerî heta nîvê Sibatê bersivekê bide miracaeta betalkirina dozê.
NAVENDA NÛÇEYAN