Bila bêhiqûqî bi dawî be
În 1 Tebax 2025 - 03:42
Nivîskar Resul Baltaci yê ku li Êlihê di 15’ê Cotmeha 1992’an de hatibû binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Deweletê bi idiaya “xirakirina yekitî û yekpareyiyaya dewletê” cezayê muebeddê lê hatibû birîn. Baltaciyê ku niha li Girtîgeha Çîlîmlî ya Duzceyê tê ragirtin, tevî xilaskirina cezayê xwe ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê înfaza wî hate şewitandin. Di sala 2022’an de mafê tehliyeya bişert bi dest xistibû, lê belê ji ber cezayê hicreyê yê berê ev mafê wî ji hate astengkirin. Baltaci, ji ber kartên Newrozê, pirtûk, pênûs, meqes ên ku bi destûra îdareyê girtîbû qawişê û govendgirtina bi hevalên xwe re cezayê hicreyê girtibû. Malbata Baltaci yê ku înfaza wî hate şewitandin ev 33 sal in li ser rêya girtîgehê ye. Dayika Baltaci Nihbet, bavê wî Huseyin derketina lawê xwe nedîtin û wefat kirin. Kurê Baltaci Azad ê ku piştî girtina bavê bi 3 mehan ji dayik bûbû niha tevî zarokên xwe diçe serdana bavê xwe. Baltaci yê ku 11 sal in li Girtîgeha Duzceyê tê ragirtin, daxwaza wî ya sewqa Êlihê nayê qebûlkirin. Azad Baltaci yê ku tenê bavê xwe li nav çar dîwaran dîtî û 33 sal in li ber deriyê girtîgehê ye daxwaza dawîbûna bêhiqûqiyê kir.
Baltaci, diyar kir ku Girtîgeha Duzceyê navenda bêhiqûqiyê ye û got:“Tehliyeya bavê min nêz bû lê belê ji bo astengiya tehliyeyê ketin nava hewldanan. Ji ber hinceta ‘nebaşhaliyê’ wî tehliye nekirin. Pişt re înfaza wî şewitandin. Cezayên hicreyê yên bihqûqî kirin hinceta şewata înfaza wî. Tehliyeya wî ji i hinceta Xala 7’emîn a Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê (TMK) hate astengkirin. Wexta bavê min hate girtin TMK tunebû lê niha jî ji bo tehliyeya bavê min asteng bikin, dikin hincet. Bavê min ji ber vê bihiqûqiyê gelek caran daxwaza şandeyekî kir, em niha careke din bi rêya we bang dikin bila şandeyek biçe serdana Girtîgeha Duzceyê. Lewre li wir ne hiqûq heye ne jî pêvajoya aştiyê.” Baltaci, destnîşan kir ku bavê wî ji bo sewqa Êlihê, 11 sal in têdikoşe û dora 40 heb daxwazname şandiye û got:“Ev 11 sal in em diçin Duzceyê. Rêya wê 23 saet in û diya min ji ber ku nexweş e gelek caran nikare bê serdanê.”
MA/FETHÎ BALAMAN