Bikin wesîleya xêrê

Pêncşem 30 Tîrmeh 2020 - 16:01

  • KCK’ê Cejna Qurbanê ya alema Îslamê pîroz kir û xwest cejn di nava gelan de bibe sedema biratî û hevgirtinê, bibe sedema mezinkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê.

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê bi hatina Cejna Qurbanê daxuyaniyek da. Komîteyê got: “Em weke tevger Cejna Qurbanê ya gelên Misilman pîroz dikin. Hêvî dikin ku ev cejn di serî de ji bo Rojhilata Navîn, ji bo alema Îslamê hemûyî aştî, aramî, edalet û tenduristiyê bîne. Di nava gelan de bibe sedema bihêzkirina dostanî, biratî, parvekirin û piştevaniyê, dîsa bibe sedema mezinkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê.”
Rêya pîrozkirina cejnê ya bi ruhê biratî, yekîtiya demokratîk a gelan, girêdayî têkbirina dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Berî çend rojan li Ayasofyayê di xutbeya înê ya ku weke şovekê kirin, hate dîtin ku Senteza Tirk-Îslamî dijminê gelan, bawerî û çandan e. Îslamiya Tirk, Îslameke welê ye ku Xweda, Quran û Sinetê ji bo her cûre derew, fitne û fesadiyê bê dudilî bi kar tîne.

Neçin xutbeyên Diyanetê
Yek ji erka Misilmanên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên xwedî wijdan ew e, nebin hevparê evqas sûc û gunehê li ser navê Îslamê tê kirin. Ji ber vê, em bang li Misilmanên Kurd, Tirk û gelên din ên xwedî wijdan dikin ku neçin mizgeftên ku xutbeya diyanetê lê tê xwendin. We vedixwînin bi baweriya ku ‘tevahiya ser rûyê dinê mizgeft e’ nimêjên xwe bikin. Her cûre helwêst û nêzîkatiya ku destekê dide rejîma AKP-MHP’ê li dijî Muhemmedî û Îslamê ye.

Kurdistanê erdekî fethê dibînin
Ji êrîşên qirker ên mêhtinger ên Tirk herî zêde gelê Kurd ziyanê dibîne. Di hişmendiya senteza îslama Tirk de ku 24’ê Tîrmeha 2020’î li Ayasofyayê bi weiz û xutbeya Serokê Diyaneta Tirk a di Nimêja Şovê de careke din diyar bû çiqasî ji Îslamê fêm dike. Ji bo serwerên Tirk, Îslam, mafê şûr dayîn, oleke ku dagirkerî û xenîmetê tîne ye. Ji ber ku serwerên Tirk xwedî vê hişmeniyê ne, li Libya, Sûrî û Kurdistanê bi armanca dagirkirin û mêhtingehkirinê êriş dikin. Bi çavê xenîmetê li xaka Kurdistanê dinêrin.

Têkoşîneke rêxistinkirî divê
Misilmanên Kurdistanî yên rêzdar; divê di vê cejnê de serdana şehîdgehan bikin û diayên xwe yên bi xêr kêm nekin. Serdana hevrêyên girtî, destegîriya malbatan, çanda cejnê ye. Em pêşniyaz dikin ku xêra xwe bidin kes û saziyên ku karin vê xêrê bigihînin muhtacên Kurdistanê. Em di wê baweriyê de ne ku alîkarî û sedeqeyên bigihên kes û saziyên bi dewleta Tirk a faşîst re di nava têkiliyê de ne, wê di hizûra heq de neyê dîtin.
Em Tevgera Azadiya Kurdistanê bi van hest û ramanan Cejna Qurbanê ya Misilmanên Kurdistanî, careke din pîroz dikin. Bang li we tevan dikin ku li dijî dewleta Tirk a qirker û mêhtinger têkoşîneke rêxistinkirî bikin. Bi boneya cejnê di şexsê şehîdên têkoşîna azadiyê hemûyan de, dîsa Rûstem Cûdî yê bi lehengî li Heftanînê li ber xwe da û şehîd bû, şehîdên Cenga Heftanînê hemûyan bi bîr tînin, em dubare dibêjin em dilsozê wan bin. Li ser vî esasî cejna malbatên şehîdan pîroz dikin.” BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.