RÊNAS REMO / ANHA / QAMIŞLO

Piştî ku cotkarên sebzeyan berhemên xwe daxistin sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, buhaya sebzeyan bi awayekî balkêş erzan bû. Cotkarên sebzeyan, ev çend sal e sebze bi gelek rêbazan diçînin. Tunel yek ji wan rêbazan e ku cotkar şitilên sebzeyan di tunelên neylûnkirî de diçînin da ku wê ji avhewayê biparêzin û zû bigihên. Cotkaran di rojên dawîn de dest bi daxistina berhemên xwe li sûkên xwecih kir. Ev jî buhaya sebzeyan erzan kir. Ji ber wê kîloya xiyaran ku berê 12 hezar lîreyên sûryeyî bû, daket 4 hezaran. Firingî jî bi 10 hezaran dihatin firotin lê niha bi 5 hezaran e. Li herêmê cûreyên sebzeyan wek firingî, xiyar, pîvaz, bacan, kundir û hwd tên çandin.

Cotkarê ji gundê Sîha yê bajarê Tirbespiyê Mihemed Cuma got:"Bi berhemdayîna xwecih re, pêwîstî bi kirîna sebzeyan ji derveyî herêmê tune ye. Ji ber wê jî buhaya sebzeyan li gorî rewşa xelkê erzan dibe." Cuma der barê alîkariya ji qada çandiniyê re tê dayîn de destnîşan kir ku mazot û semad dereng hate belavkirin û ji ber wê bang li saziyên çandiniyê yên Rêveberiya Xweser kir ku plansaziyan li gorî mewsima çandiniyê re deynin.