Bihareke Kurdî pêşkeş dike

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 1 Adar 2022 - 20:06

  • Kovara Kurdî Nûbihar a ku sê mehan carekê derdikeve, bi hejmara xwe ya 158’an careke din derdikeve hemberî xwendevanên xwe. 

Kovara Kurdî Nûbihar a ku sê mehan carekê derdikeve, bi hejmara xwe ya 158’an careke din derdikeve hemberî xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de jî naverokeke têr û tije heye ku mirovan ber bi xwe ve dikişîne.

Yek ji nivîsên di vê hejmarê de derdikeve pêş û di berga kovarê de jî cih girtiye, nivîsa Karlanê Çaçanî ye. Karlanê Çaçanî sala 1999’an bi sernavê “Rola ronakbîrên Ermen di pêşketina çanda Kurdî de” nivîsa xwe bi Ermenî belav kiribû. Mustafa Kiliçaslan ji bo vê hejmarê ev nivîs amade kiriye û pêşkêş kiriye. Nivîs xwendevanan dibe heta nîveka sedsala 19’an û rola ronakbîrên Ermen radixe ber çavan.

Nivîskar Murat Celalî jî li ser “Gera dîrektor Elî Begê ya li Kurdistan û Bexdayê” nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Elî Begê ku di astên cur bi cur ên dewleta Osmanî de xebitiye; sala 1885’an derdikeve gerê û li gelek bajarên Kurdistanê jî digere. Nivîs balê dikişîne ser wê gerê.

Îbrahîm Seydo Aydogan di nivîsa xwe de behsa gotarên pexşanî yên wekî dîrok, lêkolîn, ziman, ceribandin, nîqaş û wêjeya klasîk ên ku di Hawarê de weşiyane, kiriye. Ji nivîsan Yûnis Amedî jî li ser “Ji Gencîneya Kurdî Çendîn Bêje” berê xwendevanan daye devera Erxeniyê û hinek peyvên ji wir dane hev.

Di vê jimarê de du hevpeyvîn hatine weşandin. Di yekê ji wan de Abdullah Încekan bi helbestvan Rojen Barnas re axiviye.  Barnas ku di nav helbesta Kurdî xwedî cihekî muhîm e, li Ewrûpayê dimîne. Ew dibêje, “Min welatê xwe bi çandeya wî ya devkî û nivîskî bi xwe re aniye!” Di hevpeyvîna din de jî Dr. Omer Uluçay bi nivîskar Receb Dildar re axiviye.

Hin nivîskarên din ku di vê hemjarê de cihê xwe girtine, ev in:

Hafizê Şîrazî, Felat Dilgeş, M. Zahir Ertekin, Telet Tahîr. M. Zana Karak, Kevok Mizgîn, Perwîz Cîhanî,, Ali Karadeniz, Mela Muhemmed Gulnar, Ebru Yılmaz, Ahmed Arif, Sabri Akbel, Sîpanî, Osman Aytar, Merve Şivan, Omer Faruk Feyat,  Rahmetullah Karakaya, Xecê Rêdûr, Wehab Mistefazade, Evdilxaliqê Îsa, Evdî Hesqera-Sadiqê Goçanî, Xortê Nazik, Bamed Serdar, Mutî, Receb Dildar

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.