- Li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Şengalê, di xeteke 250 kîlometreyî de dîwar têne bilindkirin. Ev êrişeke mezin a li dijî fikra neteweya demokratîk û pergala xweseriyê ye.
MERWAN ZERDEŞ
Bihar e, dema bişkivîna xweşî û qenciyan, dema siwarên enîbilind e. Li Şengalê îsal bihar hinekî dereng hat, berf û baranê axa Şengalê têrav kir da ku kulîlkên xwe yên herî xweşik bibişkivîne. Bayê nerm ê biharê hinekî dereng berê xwa da van erdan, lê bayê azadiyê dilê keç û xortan daye ber xwe û dibe.
Heyva Nîsanê ji bo Êzîdiyan heyva herî pîroz e, û destpêka sala nû ye. Êzîdî di vê mehê de bi Çarşema Sor (Çarşema Serê Nîsanê) çêbûna gerdûnê, destpêka hebûnê pîroz dikin. Di vê heyvê de ax, av, hewa û agir bi rûyê erdê ketine. Her tişt di vê heyvê de zindî bûye, geş û xweş bûye.
Civaka Êzîdî li gel bîr û baweriya xwe ya qedîm û cejnên kevnar, nirx û pîroziyên nû jî tevlî jiyana xwe dike. 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêberê Gelan, Abdullah Ocalan wekî rojbûna civaka Êzîdî bi çalakiyên cûda hate pîrozkirin. Êdî heyva Nîsanê ji serî heya dawiyê wekî heyveke rojbûn û hebûnê ye. Civaka Êzîdî dîroka hebûna xwe nû dike, wateyên nû li hebûna xwe bar dike.
Li hemberî vê rojbûn û hebûna geş, bêguman dijminên Êzîdiyan, dijminên Çiyayê Şengalê yên têkçûyî jî ne destevala ne. Li hemberî hebûna azad a Şengalê pîlanên nû yên êriş û dagirkirinê têne bipêşxistin. Ji bo hebûna azad mezin nebe, qefeseke hesinî ji bo Şengalê tê çêkirin.
Qefesê li dora Şengalê çêdikin
Ev demek e ku dorpêça li ser Şengalê bi rê û rêbazên cuda dewam dikir. Lê di demên dawî de bi zextên dewleta Tirk û PDK’ê, hikûmeta Kazimî lez daye gavên dorgirtina li Şengalê. Li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Şengalê, di xeteke 250 kîlometreyî de dîwar têne bilindkirin. Pirr xuya ye ev projeya lêkirina dîwar hikmê dewleta Tirk a dagirker e. Her wiha hewldan hene ku gundên Ereb û Êzîdiyan jî bi sîman ji hev werin qutkirin.
Ev êrişeke mezin a li dijî fikra neteweya demokratîk û pergala xweseriyê ye. Tê zanîn, di dema fermanê de bi polîtîkayên olî û qewmî nakokiyên kûr di navbera gelê Ereb û Êzîdiyan de hatibûn bipêşxistin. Lê piştî fermanê, van her du civakan gavên girîng ber bi hev ve avêtin. Di fikra azadiyê de, di fikra neteweya demokratîk de û di rêveberiya xweser de gihîştin hev.
Ji ber van rastiyan, niha ev êrişên ku li ser Şengalê têne meşandin ji aliyekî ve amadekariya êrişeke berfireh a leşkerî, ji aliyê din ve jî êrişeke giran a îdeolojîk e. Pîlana dewleta Tirk û PDK ew e ku bi destê hikûmeta Kazimî Şengalê dor bikin û zemîna êrîşeke nû ya qirkirinê ava bikin. Ev xetereke cidî ye û lazim e li hemberî vê pîlanê helwêsteke xurt were bipêşxistin.
Êrişên leşkerî û îdeolojîk
Di milê din de ev êrîşeke îdeolojîk û civakî ya li ser Şengalê ye. Êrişeke li hemberî fikra neteweya demokratîk û pergala rêveberiya xweser e. Ji ber vê yekê dixwazin car din gelê Ereb û Êzîdiyan ji hev qut bikin û heger karibin bikin dijminên hev.
Xuya ye hêzên navneteweyî jî ev pîlan erê kirine. Ji ber ku heger fikra neteweya demokratîk û pergala rêveberiya xweser li Şengalê biçe serî, wê ji bo demokratîkbûna Iraqê jî bibe xwedî bandoreke mezin. Lê di merheleya nû ya Şerê Cîhanê ya Sêyemîn de ne çareserî, kûrkirina şer hedef e. Ji ber vê yekê yên ku krîza li Iraqê û Rojhilata Navîn kûr dikin, di heman demê de dixwazin Şengal jî bikin qada şer û qirkirinê.
Ji bo bigihin vê armancê, niha derdora Şengalê tê qefeskirin. Heger em tenê bêjin dîwar û sîm wê têrî neke. Dixwazin Şengala azad û xweser bikin nav qefesekê. Êdî hesin e, beton e, zêr e ne xem e. Ji ber ku qefes her qefes e. Dixwazin îradeya azad a Şengalê car din di vê qefesê de bikin dîl û kole.
Beguman her qefes xwedî deriyekî piçûk e. Mifteya deriyê vê qefesê jî dixwazin bikin destê PDK’ê. Wekî ku tu çûkekî carinan ji qefesa wî derxî, dema pêwîst bû wê ev deriyê piçûk were vekirin. Ev derî di heman demê de deriyê reva ber bi Ewrûpayê ve ye jî. Em tenê balê bikişînin ser bangawaziya Bavê Şêx a ji bo welatên Ewrûpayê wê rewş were fêmkirin. Lê êdî ne Şengal Şengala kevn e, ne jî Êzîdî yên berê ne. Kes êdî nikare Êzîdiyên ku fikra azadiyê nas kirine, di qefesan de hilgire.